'Ji ber ku kreş tune ye zarok jî ligel me mesayiyê dikin'

  • 09:22 11 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL- 120 karkerên Flormarê ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, ji 15'ê Gulanê heta niha li ber fabrîkayê çalakiya runiştinê dimeşînin û li aliyê din jî li malê bi zarokên xwe re eleqeder dibin. Ji ber li fabrîkayan kreş tune ne jin zehmetiyên mezin dikşînin. Jinên ku gelek zahmetî dikişînin wiha gotin:  "Zarokên me jî bi me re mesayiyê dikin."
 
120 karkerên li Flormar Kozmetîk ya li Herêma Sanayî Organîze ya Gebezeyê (GOSB) dixebitîn û ji ber endamê Sendîkaya Petrol-Îş’ê bûn di dîrokên cuda de ji kar hatin avêtin, ji 15’ê Gulanê heta niha berxwedan xwe didomînin.  5 karkerên ji kar hatibûn avêtin li ber fabrîkayê çalakî dan destpêkirin û îro hejmara wan bûye 120. Jinên li fabrîkayê hêza kar a esasin piştî kar li malê jî kar dikin. Jinên bi salan e li flormarê dixebitin, ji ber kreş tune neçar dimînin zarokên xwe bidin cem xizmên xwe an jî kreşan.
 
 ‘Du zarokê min jî li Flormarê mezin bûn’
 
Hafîze Dursun ya 10 sal e li Flormarê dixebite wiha dibêje: “Ez berê li fabrîkayek çîkolata dixebitim. Ez 7 mehî ducanî bûm, ez ji kar hatim derxistin.  Piştî zarokê min hat dinê û bû 10 mehî min li flormarê dest bi kar kir. Ji ber kreş li fabrîkê tunebû min zarok da xwesûya xwe. Keça min jî hat dinê 10 mehî bû min hişt ez çûm kar. Her du zarokên min jî li Flormarê mezin bûn. Li vir kreş tune ye. Kreş hebûna me yê danîna wir. Heta dawiya hefteyê jî destura me tunebû. Rojên şemiyan jî em dixebitin.”
Hafîzeyê destnîşan kir ku tu car daxwazên wan nehatine cihanîn û wiha pêde çû: “Em hewl didin sendîkayê bînin vir. Niha li Flormarê sendîka tune. Em çûn cem hevalên xwe yên berxwe didin. Me piştgirî dayê. Êvarê em çûn kar me hîn kir ku peyamana me ya kar hatiye feskirin. Ez beşa Far de dixebitim.Berê hilberîn didan me lê êdî nedan. Me jî boykot kir. hilberîn nehat firotin. Wan jî buhayê hilberîn ji sedî 30 daxist.”
 
Şukran Akyildiz ya 4 sale di beşa lojîstîk de dixebitî diyar kir ku ew di şertên giran de dibitin û karê du kesan yek kes dike û got her tim mesayî dikirin. Şukranê wiha got: “Dema min dest bi xebatê kir keça min diçû kreşê. Min sibehê dida kreşê û diçûm kar. Hevjînê min jî êvarê digirt. Kreş li fabrîqê tune. Me jinan daxwaz kir lê qebûl nekirin. Ez têr bi zarokên xwe re eleqeder nabin. Em diçin malê  li mal jî kar dikin.”