Zêdebûna buhayê dolar berdewam dike: Krîz kûr dibe

  • 12:12 10 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku pereyê tirk li li hemberê dowîz roj bi roj kêm dike krîza aborî kûr dibe û li gorî daneyên TOBB'ê  ji meha çileya 2017'an heta  meha hezîranê ya vê salê deriyê 20 hezar û 607 kargehan hatiye kilîtkirin.
 
Lîreyê tirk li hemberî dowîz roj bi roj erzan dibe, di saetên serê sibehê de bûhayê Dolar û Ewro dîsa zêde bû. Dolar derket 6  TL û Ewro jî derket 7 TL'yî. Ewro yê ku duh 6,2 TL bû, vê sibehê rekor şikand û derket 6,9 TL'yî. Li hemberî dowîzê ku rekorê li ser rekorê dişikîne li Tirkiyeya ku ev 2 sal e bi Rewşa Awarte (OHAL) tê rêvebirin û ji ber polîtîkayên dewletê yên derbarê aboriyê de ku xwe dispêrin hawêrdekirinê, xwediyên kargehan yek bi yek  deriyê kargehên xwe digirin û îflas dikin. 
 
Piştî krîza di navbera DYA û Tirkiyeyê de dolar li Tirkiyeyê bûhayê Dolar roj bi roj zêde dibe û bi zêdebûna buhayê Dolar re krîza aborî jî ku berfireh dibe metirsiya "îflasê" bi xwe re tîne. Li gorî daneyên fermî ku metirsiyê mafdar derdixin li Tirkiyeyê rojê herî kêm 38 kargeh tên girtin. 
 
Heta hezîrana vê salê 20  û 607 kargeh hatine gitin
 
Piştî zêdebûna bûhayê dowîz ê di demên dawîn de kargehên biçûk û orte ku berê xwestin xwe bi derxistina ji kar a karkeran li ser piyan bihêlin jî piştî ku dîtin derxistina ji kar jî fêde nake vê carê yek bi yek tên girtin. Li gorî îstatîstîkên fermî ji meha çileyê ya 2017'an heta meha hezîranê ya vê salê hat aşkerakirin ku li tirkiyeyê herî kêm 20 hezar û 607 kargeh hatine girtin.
 
Di 2017'an de 14 hezar û 701 kargeh hatine girtin
 
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Bîrgun de hat weşandin jî li gorî daneyên Yekitiya Odeyan û Borsayan, di sala 2017'an de 14 hezar û 701 kargehên ku ji rewşa welêt neyînî bi bandor bûne hatine girtin. 
 
Îflas zêde dibe
 
Piştî serê vê salê jî îflas gelek zêde bûye, di meha çileyê de 2 hezar û 417 şîrkt hatine girtin. Hejmara karêgehên hatine girtin jî di meha sibatê de 682, di meha adarê de 780, di meha nîsanê de 623, di meha gulanê de 652 û di meha Hezîranê de jî 752 kargeh hatine girtin.
 
Di 18 mehan de 458 şaxên bankayan hatine girtin
 
Ji ber dowîzê ku zêde dibe li tirkiyeyê bankayan jî para xwe girtiye û di du salan de ji bo ku rezerveyên xwe winda nekin rêbaza biçûkbûnê bi kar anîne. Li gorî vê di nava 18 mehan de 458 şaxên bankayan hatine girtin. Hejmara şaxên bankayên ku sala çûyî hatine girtin 325 e û vê salê jî di 6 mehan de 133 şaxên bankayan hatine girtin.