Li Bodrumê esnafên biçûk tên tunekirin

  • 10:03 9 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Wênesaz Ayfer Çokmen diyar kir ku ji ber otelên her tişt têde heye, AVM û feraseta turîzma nû, taybetiyên Bodrumê nayên dîtin û ji ber polîtîkayên dewletê esnafên biçûk bi tunebûnê re rû bi rû ne.
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê ku yek ji cihên herî zêde bala turîstan dikşîne, jiyan tenê ji otelan ne pêkan e.  Bi sedan kesên li vir bi keda xwe dixwazin debara xwe bikin hene û yek ji qadên kar jî firotina berhemên keda destan e. Lê esnafên biçûk ji ber polîtîkayên heyî niha li ber tunebûnê ne.
 
Ayfer Çokmen ya ev 4 sale wêneyên xwe yên bi teknîka boyaxa avî û boyaxa run çêdike, difroşe, diyar dike ku ji ber polîtîkayên rêveberiyên herêmî otelên her tişt têde hene û polîtîkayên turîzmê esnafên biçûk li ber tunebûnê ne.
 
‘Çanda bikarhêneriyê kedê bê nirx dike’
 
Ayfer Çokmen  ku li atolya xwe û Navenda Perwerda Gel qursa wêneyan dide, li dêra li navenda Bodrumê havînan tabloyên xwe difroşe.  Ayfer ku piştî Fakulteya Hunerên Xweşik a Muglayê qedand şûnde, biryar da li Bodrumê bijî. Ayfer destnîşan dike ku Bodrum wekê ji derve xuya dike nîne û jiyanek rehet nade mirovan. Ayferê anî ziman ku nirxa ji bo kedê tê dayîn gelek kême û  got tabloyên wê wek tabloyên çapa dijîtal dibînin û di encama çanda bikarhêneriyê de nirxa ji bo huner û mirovan tê dayîn têk çûye.
 
‘Esnafên biçûk tune dibin’
 
Ayferê di berdewamiyê de daxuyakirin ku rêveberiyên herêmî piştgiriyê nadin kargeriyên butîk û wiha got: “Piranî hilberînên marka peymanan digirin. Peyman pêşde tên kirin. ji cihê mayîna turîstan bigirin heta mexazeyên diçinê ew biryar didin.  Qet nayên vand eran. Yên tên jî bi lokasyonan tên gerandin. Li navenda bajar turîst tunene.  Dişînin AVM’yan. Ev jî esnafên biçûk tune dikin.”