'Roja ku em dev ji têkoşînê berdin em ê tune bibin'

  • 09:05 10 Çile 2019
  • Jiyan
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Jina Kurd a Êzidî û bijîşk, Nemam Gaforî ku li Siwêdê mezin bûye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hewld dide xizmeta tenduristiyê bike. Nemam a ku di heman demê de damezrînera Joint Help For Kurdistan e niha li Şehbayê birînên gelê Efrînê derman dike. Nemamê dibêje:"Hewl didim li her çar parçeyên Kurdistanê ez di xizmeta gelê Kurd de bim. Gelê Kurd ku salane bi zext û êrîşên mezin rû bi rû dimînin, gelekî bi rûmet û têkoşer e." 
 
Di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê de gelê Efrînê mecbûr man ku li Şehbayê bi cih bibin. Tevî hemû zehmetiyan têkoşîna gelê Efrînê ya jiyanê didome. Her wiha kesên ku xwedî nêrînek enternasyonalîstin jî bûn hevkarê vê têkoşînê. Ji nav kesên ku ji bo alîkariya gelê Efrînê ji Ewropayê hat,  yek jê jina Kurd a Êzidî û bijîşk Nemam Gaforî ye. Nemamê Ceraha Dil û Reh e. Nemamê li kampan ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên gelê Efrînê xizmetê dike. Numamê got:"Em wekî gelê Kurd tu carî divê hêviya xwe winda nekin û her têbikoşin. Roja ku em dev ji têkoşînê berdin em ê tune bibin."
 
'Ez birînên gelê Kurd derman dikim'
 
Nemamê got:"Ez hewl didim ku her çar parçeyên Kurdistanê xizmeta gelê Kurd a tenduristî bikim. Lê mixabin niha nikarim biçim Bakur ji ber êrîş û hovîtiya dewleta tirk. Niha li kampan ez birîna gelê Kurd derman dikim loma gelek bextewar im. Ji ber gef û êrîşên dewleta tirk gelê li Efrînê gelek êş kişandin. Niha em hewld didin ku vê êşê kêm bikin û bibin hevkarê têkoşîna wan. Hêza gelê Efrînê gelek zêde ye. Ez ji wan hêzê digirim. Dema ez li vir xizmetê dikim ez gelekî xwe baş hês dikim."
 
'Hêzên navneteweyî bûn hevkarê dagirkirina Efrînê'
 
Nemamê herî dawî wiha got:"Hêzên navneteweyî bûn hevkarê dagirkirina Efrînê. Loma li dijî van lîstik û planên qirêj divê em hemû Kurd dest bidin hevdu. Hewl didim li her çar parçeyên Kurdistanê ez di xizmeta gelê Kurd de bim. Gelê Kurd ku salane bi zext û êrîşên mezin rû bi rû dimînin, gelekî bi rûmet û têkoşer e. Heger em bibin yek û em bi heman hêzê li ber xwe bidin dê kesek nikaribe zilmê li me bike. Em wekî gelê Kurd tu carî divê hêviya xwe winda nekin û her têbikoşin. Roja ku em dev ji têkoşînê berdin em ê tune bibin."