Ji ber teqandina boriyên avê ji 3 navçeyan re av nikare bê dayîn

  • 14:51 3 Çile 2019
  • Jiyan
MÊRDÎN - Ji ber ku boriyên ava vexwarinê yên girêdayî Ava Spî teqiyan  du roj in ji 3 navçeyan re av nikare bê dayîn û rêya ku di qada teqîn lê pêk hatiye re derbas dibe jî li trafîkê hat girtin.
 
Boriyên ava vexwarinê yên girêdayî Ava Spî ya li Nisêbînê duh teqiya bûn. Ava Spî ku pêdiviya avê ya Nisêbîn, Artuklu û Qoserê pêşwazî dike ji ber teqîna boriya bingehîn tîmên Muduriyeta Av û Serebê ya Mêrdînê (MARSU) ku sewkî herêmê hatin kirin dem bi dem rêya Nisêbîn -Midyadê jî li trafîkê digirin. Li ser rêya girtî ku wesayît ketine dorê ne diyar e ku ew ê karê tamîrê kengî biqade.
 
Ji ber boriyên ku teqiyane li sê navçeyan ji 500 hezar kesî zêdetir re av nikare bê dayîn.