‘Em xwedî li kevneşopiya xwe derdikevin’

  • 09:14 23 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN- Çêkirina merşan ku yek ji kevneşopiya herî kevn a mirovahiyê ye, ev merş bi destê jinan vediguherin berhemên hunerê . Yek ji jinên ku merşan çêdike wiha got: “Êdî kêm jin vî karî dikin. Em hewl didin vê pîşeyê ji nifşên pêşerojê re ragojê re ragihînin.”
 
Çêkirina merşan yek ji kevneşopiya herî kevn a Gelê Kurd e. Merş tenê ji ber hewcedariyê nayên çêkirin, vediguherin hunerê û her yek dibin xwedî çîrokek. Dema çîrokên merşan tên cem hev, teşeyê jiyana kurdan, bêrîkirin, hesret, fikar û tiştên hatine serê wan dertên holê. Lê çêkirina wan wek berê zêde eleqeyê nabîne. Berê li taxan li her malê merş dihatin çêkirin û niha vê çevneşopiyê tenê çend mal berdewam dikin.
 
‘Bila kurd xwedî li kevneşopiya xwe derkevin’
 
Ember Erol ya 50 salî ku 20 sal e merşan çêdike, diyar kir ku çêkirina merşan hunera kurdan e û got: “Piranî jinên li vê taxê dest ji vê kevneşopiyê berdanane. Lê em hîna didomînin. Berê xizanî hebû. Mêr nedixebitîn. Em jin ji bo debarê dixebitin. Modelên me yên ji berê de mane hene. Em niha modelan datînin ber xwe û çêdikirin. Em hinek ji bo firotinê, hinekan ji bo xwe çêdikirin. Berê me ji hiriyê çêdikirin. Me hirî bixwe reng didayê. Niha tevî ku her tişt hêsan bûye jî kes çênake. Divê jinên kurd xwedî li kevneşopiya xwe derkevin.
 
‘Em bi keda xwe debara xwe dikin’
 
Pakîze Erol a 65 salî ku 40 sal e merşan çêdike ev tişt anî ziman: “Ez ji pêşiyên xwe hîn bûm û me fêrî zarokên xwe kir. Ez 65 salî me. Min heta niha bêrik çek û merş çêkirine. Em tu car dest ji vî karî bernadin. Kal û pîrên me çêdikirin. Em ê jî çêbikin. Em bi keda destê xwe debara xwe dikin.”