Ji jinên li Sûka Semta Jiyanê bertek: Şaredarî naxebite

  • 11:54 19 Kanûn 2018
  • Jiyan
Beritan Canözer
 
AMED - Jinên ku li Sûka Semta Jiyanê dixebitin bertek nîşanî ava ku li cihê sûkê zêde dibe dan û gotin:"Her carê em diçin şaredariyê lê çareyekê ji vê avê re nabînin. Şaredarî naxebite."
 
Sûka Semta Jiyanê di 2013'an de li Amedê hatibû avakirin. Her hefte li derekê ev sûk tê avakirin. Jinên ku ji hefteyê carekê li semta Bagcilar sûka xwe ava dikin tînin ziman ku ew herdu salên dawî bi şaredariyê pirsgirêkan dijîn. Tînin ziman ku ji ber baranê av li cihê sûkê tije dibe û ew ji ber vê yekê zehmetiyan dijîn. 
 
'Em di nava vê avê de çawa bixebitin?'
 
Bazirganan li Sûka Semta Jiyanê Esra Ayaz anî ziman ku ev du sal in ew vê pirsgirêkê dijîn û wiha got:"Hefteya borî jî deam ku em hatin ji bo sûka xwe ava bikin her der av bû. Me agahî da şaredariyê lê ev pirsgirêk çareser nekirin. Me jî li kolanê sûk ava kir. Zabita jî hat û me bi ceza tehdît kir û got ku li vir avakirina sûkê qedexe ye. Ma qey em ne mirov in, 'Em di nava vê avê de çawa bixebitin?"
 
'Ji ber avê em nikarin bixebitin'
 
Seroka Komeleya Sûka Semta Jiyanê Xezal Tunç jî wiha got:"Berê vira tev ax bû, me got û li ser daxwaza me vir asfalt kirin lê ji bo av here cih çê nekirine û av li vir dibe gol. Ne tenê em muşteriyên ku tên jî mexdûr dibin. Ji ber avê em ji ser keviran dimeşin. Ji ber avê em nikarin bixebitin. Divê demildest ji vê yekê re çareserî bê dîtin."
 
'Gelek carî em geriyan lê kes nehat'
 
Gurbet Guler diyar kir ku ew ji ber vê rewşê bêzar in û wiha got:"Belediye guh nade me. Em hewl didin ku bi keda destên xwe debara xwe bikin. Lê ev 2 sal in em vê pirsgirêkê dijîn. Gelek carî em geriyan lê kes nehat. Em bi xwe vê avê paqij dikin."
 
'Gelek hevalên me nexweş ketin'
 
Her wiha ji nav bazirganan Çiçek Aktay jî wiha got:"Bi rojane ku ez nexweş im. Hefteya din jî rewş wiha xirab bû. Em di nava avê de dixebitin. Ne ez tenê gelek hevalên me nexweş ketin. Bi nanê me dilîzin. Me çend cara gilî kir lê tu tiştek nayê kirin. Dibêjin 'temam' lê vê pirsgirêkê çareser nakin."