‘Kila herî baş bi kevirê îsmîd tê çêkirin’

  • 09:04 19 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Hafsat Abî kevirê bi navê ‘îsmîd’ yê ji bajarê Îsfahan a Îranê tê, di hawanê de dikute û dike kila çavan. Hafsat diyar dike ku ev ji bo tenduristiya çavan jî gelek baş e.
 
Jin ji berê de kila çavan bi kar tînin û ya herî baş jî bi kevirê îsmît ê ji bajarê Îsfahan a Îranê, tê çêkirin e. Jinên kevneşopiya kilê didomînin, kevirê îsmîd di cihekî de baş dipelçiqînin û dikin wek tozê.
 
Hafsat Abî ya li navçeya Îpekyol a Wanê li taxa Hîsar kilê çê dike wiha dibêje: “Kevirê îsmîd tenê xweşik nake, ji bo tenduristiya çavan jî wek derman tê bikaranîn. Yên niha taybetî û girîngiya kevirê Îsmîd nizanin. Lê gelek girîng e.”
 
‘Êşa serî jî dibe’
 
Hafsat behsa taybetiyên kevirê îsmîd jî kir û ev tişt bi lêv kir: “Kevirê kilê ya reş e. Ji Îsfahan tê. Ya herî baş ev e. Ji aliyê Magrîb (Fas) jî tînin. Ya herî bi kalîte, ya zû hûr dibe, ya parçeyên wê dibiriqin û tê de qirêjî tune ye. Fêdeya wê ji bo çavan pir zêde ye. Birînan paqij dike. Êşa serî dibe. Li Sûka Îranê ya Wanê û li dikanên nebatan tê firotin. Em di hawanê de dikutin, dikin toz. Jinên ciwan niha pir zêde bi kar naynin. Alavên makyajê bi kar tînin. Lê ew gelek bi zirar in.”