Niha Songulek li ser piyê xwe disekine heye

  • 09:09 18 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Songul Ayşîn a li navçeya Payîzava ya Wanê dijî, piştî ku şaredariya DBP’ê ya Payîzava Navenda Jiyanê ya Jinan vekir, di navendê de xebitî û niha jî dikana ku vekiriye dixebitîne. Songul diyar dike ku berê riya sûkê nizanibû û niha jî li ser piyên xwe disekine.
 
Songul Ayşîn beriya ku qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê ya Payîzavayê bibe, di Navenda Jiyana Jinan de dixebitî. Songul ya ku dema li malê dixebitî derdora wê ya civakî tune bû, piştî xebatê bixwebawerbûna wê zêde bûye û cesareta wê çê bûye.
 
‘Ez dixwazim zarokên xwe bidim xwendin’
 
Songulê bi lêv kir ku piştî navenda jiyana jinan vebûye ew jî çûye û wiha got: “Piştî qeyûm hat tayînkirin ez girêdayî ÎŞKUR’ê xebitîm. Piştre gotin dildar bixebitin. Zarokên min du hebî zanîngeh du heb jî lîse dixwendin. Pereyê hevjînê min digire têr nake. Ji ber vê veqetyam. Min li mexezeyekê dest bi xebatê kir. Hevalên bazirgan ên li wir gotin xwarinê ji me re çê bike. Min saet di 04.00’an de xwarin çê dikir. Min hem tezgahtarî dikir hem jî xwarin çê dikir û difrot.”
 
‘Gilî kirin min şûnde gav navêt’
 
Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min mehekê du kar bi hev re kir. Piştre min got ez cihekî vebikim. Ji gelek saziyan xwarin hat xwestin. Piştre min biryar da ez cihekî vebikim. Dikana bavê min hebû. Min ewil li wir çê kir. Piştre min paqij kir. Ji ber ruhsat tune bû bazirganan gilî kirin. Min dikanek din vekir ew jî gilî kirin. Piştre çûm dikanek dikin. Ew jî gilî kirin. Mîn serî netewand. Ev karê ez dikim xeyala min a zarokatiyê bû. Min xeyalên xwe pêk anîn. Ez kêfxweş im. Ez niha bi 4 jinî re dixebitim. Em hemû wek hevalên hev in. Bila jin li malê rûnenin. Bila karê xwe bikin.”