Jinên kevneşopiya ‘Kade’ didomînin

  • 09:33 9 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Kevneşopiya ‘kade’ ku bi navê kulîçeya kurd tê zanîn û di tenûrê de tê pijandin, ji aliyê jinan ve tê berdewamkirin. Leyla Peyan ya bi salan e Kade dipijîne, diyar kir ku tehma Kade ji ardên biraştî û gûzan tê.
 
Kade ligelek bajarên Kurdistanê tê çêkirin û bi salan e wek kevneşopî nifş bi nifş heta îro hatiye. Yek ji kesên ku vê kevneşopiyê didomîne, Leyla û keça wê Meryem Peyam a li Sixkê ya Wanê dijîn e.
 
’25 sal e em çêdikin’
 
Leyla diyar dike ku di temenê biçûkatiyê de çêkirina Kade ji dayika xwe hîn kiriye û wiha got: “Ewil em hevîr dikin.Tirş dibe û em piştre dibin li tenûrê dixin. Meryem jî hundirê Kade çêdike. Em ardê biraştî û gûzan dikin nav. Em şekir an jî xwê jî dikinê. Ji ber zivistanê em zêde çêdikin û davêjin cemedankê.”
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çêkirina Kade gelek bi zehmete û got ger hevîrê wê baş çênebe bi tenûrê ve jî nagire û divê rûnê hevîr baş bê pîvan.