Li Karagoçer jiyanek di nava xizaniyê de

  • 09:29 17 Mijdar 2018
  • Jiyan
Duygu Cînîvîz
 
EDENE- Welatiyên di salê 90’î de ji ber zextan koçî Edeneyê kirine, li gundê karagoçer di nav xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyan gotin şaredarî tu xizmetê nade wan û ji bo ocaxa tenduristiyê, dibistan û qadên civakî yên ji bo zarokan alîkarî xwestin.
 
Welatiyên li gundê Karagoçer a Karataş a Edeneyê dimînin di bereqe û konên naylon de têkoşîna jiyanê didin. Yên herî zêde bi bandor dibin jî jin û zarok in. Welatiyên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê koç kirine, piranî ji Şirnexiyan pêk tên.
 
Jina bi navê Necla Demîr ku 7 sal berê zewicî û hat Karagoçer wiha got: “Jiyan li vir pir zehmet e. Şaredariyê heta niha ji bo vir tiştek nekiriye. Di kon de jiyan zehmete. Heta ambulans tê gund rewşa nexweşekî giran dibe. Nexweşxane saetek û nîvê ji vir dure. Pirsgirêka me ya herî mezin tenduristî ye. Em karê çandiniyê dikin û tu ewlehiya me ya civakî tune. Jin têkoşîna xizaniyê didin. Em havînan zivistanan balcan û îsotan kom dikin. rojaneya me 40-50 TL ye. Em bi zor debara xwe dikin.”
 
Neclayê her wiha bi lêv kir ku carna ji ber wesayîta çopê nayê, çopa wan kom dibe û ji ber mîkro û bîhnê bêzar bûne û her tim zarokên wan nexweş dikevin.
 
Neclayê got ew ji Amedê hatine û got ji axa xwe dur têkoşîna jiyanê dayîn gelek zehmet e û anî ziman ku her kes dixwaze li ser axa xwe bijî.