Li Karagoçer jiyanek di nava xizaniyê de 2018-11-17 09:29:15   Duygu Cînîvîz   EDENE- Welatiyên di salê 90’î de ji ber zextan koçî Edeneyê kirine, li gundê karagoçer di nav xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyan gotin şaredarî tu xizmetê nade wan û ji bo ocaxa tenduristiyê, dibistan û qadên civakî yên ji bo zarokan alîkarî xwestin.   Welatiyên li gundê Karagoçer a Karataş a Edeneyê dimînin di bereqe û konên naylon de têkoşîna jiyanê didin. Yên herî zêde bi bandor dibin jî jin û zarok in. Welatiyên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê koç kirine, piranî ji Şirnexiyan pêk tên.   Jina bi navê Necla Demîr ku 7 sal berê zewicî û hat Karagoçer wiha got: “Jiyan li vir pir zehmet e. Şaredariyê heta niha ji bo vir tiştek nekiriye. Di kon de jiyan zehmete. Heta ambulans tê gund rewşa nexweşekî giran dibe. Nexweşxane saetek û nîvê ji vir dure. Pirsgirêka me ya herî mezin tenduristî ye. Em karê çandiniyê dikin û tu ewlehiya me ya civakî tune. Jin têkoşîna xizaniyê didin. Em havînan zivistanan balcan û îsotan kom dikin. rojaneya me 40-50 TL ye. Em bi zor debara xwe dikin.”   Neclayê her wiha bi lêv kir ku carna ji ber wesayîta çopê nayê, çopa wan kom dibe û ji ber mîkro û bîhnê bêzar bûne û her tim zarokên wan nexweş dikevin.   Neclayê got ew ji Amedê hatine û got ji axa xwe dur têkoşîna jiyanê dayîn gelek zehmet e û anî ziman ku her kes dixwaze li ser axa xwe bijî.