Çopa 25 salan: 3 mirin gelek nexweşî

  • 09:17 27 Cotmeh 2018
  • Jiyan
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ev 25 sal e çopa Amedê ya tê girtin li 800 metreyî dûrî gundê Keşîşlî ya girêdayî Qerejdaxê ye tê rijandin. Çopa tê rijandin bandorek mezin li ser jiyana gundiyan dike û gundiyan diyar kirin ku çopa tê rijandin rê li ber nexweş û mirinan vedike.
 
Ev 25 sal e çopa Amedê ya tê girtin li 800 metreyî dûrî gundê Keşîşlî ya girêdayî Qerejdaxê ye tê rijandin. Çopa tê rijandin bandorek mezin li ser jiyana gundiyan dike û gundiyan diyar kirin ku çopa tê rijandin rê li ber nexweş û mirinan vedike. Ligel dîmen, bîhn û mîkroba wê nexweşî û mirinan jî bi xwe re tîne. Tiştên tên jiyîn bi vê jî sînor nîne. Gund di bin dagirkirina mêşan de ne. Şemsê Demîr a li gund dijî bi lêv kir ku ev 25 sale çop li vir tê rijandin û bandorek mezin li ser jiyana wan dike.
 
‘Ji ber çopê mirin çê bûn’
 
Şemsê wiha dirêjî da axaftina xwe: “3 kes di bin çopê de man û mirin. Yek 25 salî bû di bin dozerê de ma. Yê din 12 salî bû. Yê din jî 14 salî bû di bin agirê çopê de man û mirin. Her wiha di nav çopê de esrar jî derdikeve. Zarok diçin wir tevlihev dikin û dema dibînin dikşînin. Ji çopê av jî derdikeve, sewalên vê vedixwin jî nexweş dikevin û dimrin. Em jî bi nexweşiyê dikevin.”
 
‘Em bêzar bûne’
 
Şemsê destnîşan kir ku bi tu awayî nikarin mirîşkan jî xwedî bikin û ev tişt bi lêv kir: “Pisîk û kuçikên ji bajar tên komkirin jî tînin li vir berdidin. Ev jî zirarê didin mirişkan. Ev bi salane em ji ber ve çopê dikşînin. Me daxwazname dan her derê lê kesî tiştek nekir. Gotin wê rabikin lê ranekirin. Em êdî bêzar bûne.”
 
‘Hevjînê min nexweş ket’
 
Jina bi navê Şukran Demîr jî diyar kir ku ji ber derfetên wan ên kar tune ye, hevjînê wê û zarokên din ên gund di çopê de dixebitin û wiha got: “Ji xwe krîza aborî heye. Beriya vê jî em di krîzê de bûn. Em nikarin tiştekî ji xwe re bikirin. Hevjînê min neçar ma li wir bixebite. Lê kezeba wî zirar dît. Ne tenê hevjînê min, ciwanên gund jî li wir dixebitin û jiyana xwe dikin xeterê. Hevjînê min dema ji çopê tê bi tonan mêş jî tên. Gelek kes bi nexweşiyan ketin.”