Li Helebê her sê jinên şoreger hatin bibîranîn

  • 14:12 9 Çile 2025
  • Rojane
 
HELEB - Kongra Star a Helebê bi minasebeta 12'yemîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyek da û got: "Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin û em ê xeyalên wan ên pêk bînin."
 
Kordinasyona Kongra Star a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê salvegera komkujiya Parisê bi bîr anîn. Daxuyanî li pêşiya saziya Kongra Star ji aliyê Endama Kordinasyonê Fatme Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Gelê Kurd ji dîrokê heta niha ji aliyê faşîzma Tirk ve rastî komkujî û qirkirinan hatiye, heta bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku jin di nav de bû pêşeng û tekoşîna berdewam a ji bo azadiya hemû jinan, weke rêheval Sakîne Cansiz. Jina ku yekemcar tevlî nava refên tevgerê bû û ji bo hemû jinan bibe piştgir, bi vê yekê re gelek jin jî tevlî nava refên azadiyê bûn.
 
Pakrewan Sakîne xwedî kesayetek azad û wekhev bû û hizra wê ya azad ji bo hemû jinên ku bi îdeolojiya jina azad tev digerin. Bi wêrekiya xwe tevdigeriya û tekoşînek bi nirx da dest pê kirin ev têkoşîna wê û ji bo welatên kapîtalîst tirs û xof çêkir di dîroka 9'ê Çîleya 2013'yan de li gel rêhevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parisê hat qetil kirin. Heya niha jî tu hesab ji kujer nehat pirsîn. Ji ber ku her kes dizane ku Fransa yek ji wan welatên ku doza demokrasiyê dike, lê li hember doza kurdî bi erka bersivdayinê û hesab xwestinê ranebûn.
 
Bi bûyerên siyasî yên dawî re jinan bi hêz û baweriya şehîdên Sakîne, Leyla, Fîdan û heta Ronahî Nîxan, Cîhan û bi hezaran şehîdên wan di hemû qadan de qedrê xwe îspat kirin.
 
Em wek rêxistina Kongra Star bi tundî hemû sûcên li dijî jinan li ku derê lê tên kirin, şermezar dikin. Helwesta civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî hemû sûcan û hedefgirtina zihniyeta zilamê desthilatdar a li ser jinan şermezar dikin. Daxwaza lêpirsîn, şermezarkirin û darizandina hemû kesên ku destên wan bi xwîna şehîdên me yên jin hene, bi taybetî jî bûyera qetilkirina şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê ku beriya niha bi 12 salan pêk hat.
 
Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin û xeyalên wan ên belavkirina peyama netewa demokratîk û avakirina civakek ku tê de edalet û wekhevî pêk tê, ku mêr di jiyana wekhev, beşdarbûn û demokrasiyê de li kêleka jinan bin, pêk bînin."