Zana ya bi sîwanê parastina cewherî kir:Yekane daxwaza min jiyan e

  • 09:11 18 Cotmeh 2018
  • Jiyan
Sîbel Ozalp
 
ÎZMÎR - Zana Tolunay Yaman ku ji ber trans bû ji aliyê bavê xwe ve rastî êrîşa bi kêrê hat, bi sîwana keskesorê parastina xwe kir. Tolunay got: “Min got parastina cewherî rewa ye û min sîwan girt. Her darbê de min got ez azad bûme. Min hîs kir ku min tola hemû jinan, transan girtiye.”
 
Yek ji rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Zana Tolunay Yaman ji ber trans bû ji aliyê bavê xwe ve rastî êrîşa bi kêrê hat. Zana li dijî vê parastina cewherî pêk anî û got li dijî cînayetên nefret, gotinên newekheviyê divê darizandinek adîlane hebe.
Zana wiha got: “Sedema kîna civakê ya li hemberî me ev e ku nizanin em çi dijîn. Em rastî heqeretan tên. Em rastî lêdanan tên. Dibêjin ev kêrî tu tiştekî nayên. Yên me tune dihesibînin bila bizanin ku bi qasî malbat me dikujin em rast in.”
 
‘Ewlehî tune ye, tirs pir e’
 
Zana di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew êdî difikire ku dor kengê bê wê û got ewlehî tune ye, tirs pir e û pirsa ‘hûn çima qebûl nakin’ kir Zana wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji sala 2014’an ku heta niha piştî bavê min nasnameya min hîn bû, şîdeta sîstematîk kir.Herî dawî di hefteyên borî de êrîşî min kir. Bavê min wek her dawiya hefteyê dîsa alkol vexwaribû. Dest bi heqeret û dijûnan kir. Piştre kulmek li min xist. Piştre kêr girt û da qirika min. Min ev qebûl nekir. Ez bi wê tirsê reviyam. Min got parastina cewherî rewa ye û min sîwan girt. Min ew sîwan li ser wî parçe kir. Min got parastina cewherî rewa ye û min sîwan girt. Di her derbê de min got ez azad bûme. Min hîs kir ku min tola hemû jinan, transan girtiye. Yekane daxwaza me jiyan e. Ez ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di bin bana ÎHD’ê de di avabûna Komîsyona LGBTÎ de xebatan dimeşînin.”