Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
- 16:29 9 Çile 2025
- Rojane
AMED - Di danişîna doza rojnameger Selamet Turan de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin û biryara tehliyeyê hate dayin. Piştî biryarê Selamet Turan ji girtîgehê derket.
4'emîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “Emdamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyekirinê da. Selamet Turan ji Gîrtîgeha Amedê hat berdan.
Selamet Turan ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), malbat û hevrêyên xwe ve bi kulîlk û çepikan hat pêşwazîkirin.