Ji ber forma ji dibistanê hat avêtin

  • 09:12 17 Cotmeh 2018
  • Jiyan
AMED - Zaroka bi navê N.A ya diçe pola 5’emîn a dibistana Mesut Yilmaz a Baglar a Amedê ji ber formayê wê yê dibistanê tune bû, di nav xwendekaran de hat hişyarkirin û piştre şandin malê. Dayika N.A, Elîf A. bi lêv kir ku hevjînê wê betal e û wiha got: “Keça min di nav hevalên wê de biçûk hatiye xistin. Ji dibistanê hatiye derxistin, ev bêwijdaniyek çawa ye?”
 
Zaroka bi navê N.A ya diçe pola 5’emîn a dibistana Mesut Yilmaz a Baglar a Amedê ji ber formayê wê yê dibistanê tune bû, ji aliyê alîkarê midûrê dibistanê ve di polê de li cem hevalên wê biçûk hat xistin û piştre ji dibistanê hat derxistin. N.A diyar dike ku ji ber bavê wê naxebite nikare forma bigire û bersiva alîkarê midûr jî wiha ye ‘Ji min re çi derkeve derkeve derkeve! Cilên te tune bin tu nikarî bê dibistanê.”
 
Dayika wê Elîf A. bertek nîşanî rewşê da û got keça wê ev hefteyek zêde ye naçe dibistanê. Elîfê diyar kir ku ji ber krîza aborî hevjînê wê ji kar hatiye derxistin û wiha got: " Meheke hevjînê min naxebite. Dibsitan vebûn, me nikarî forma bigirta. Ma kî naxwaze bigire? Lê dema tune be mirov nikarin tiştekî bikin. Ji ber vê jî keça min ji dibistanê hat avêtin."
 
‘Bêwijdaniyek çawa ye’
 
Elîfê her wiha bibîr xist ku alîkarê midûr di polê de keça wê biçûk xistiye û wiha pê de çû: “Ev bêwijdaniyek çawa ye? Ev nêzîkatî bi mamosteyekî dikevin? Keça min sibehekê bi girî hat malê. Em gelek xemgîn bûn. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
 
Rayedarê dibistanê îdia red kir
 
Rayedarekî dibistanê ji bo der barê mijarê de em agahiyê jê bigirin, me serî li nêrînên wî dan, îdia kir ku ev îdia ne rastin û daxwaza hevdîtinê jî red kir.