Ji bo girtiyan salek û 4 meh ceza:Miriye maye em wê jî hîn nakin

  • 09:04 14 Cotmeh 2018
  • Jiyan
Berîtan Canozer
 
AMED - Sultan Yaşar a ev salek û nîve ji ber hinceta qedexeya hevdîtinê nikare biçe hevdîtina hevjînê xwe got ev meheke hevdîtina telefonê jî nikarin bikin û got: “Wê kî bibe dengê me? Hevjînê min miriye an maye em nizanin. Em malbat divê tora têkoşînê bihûnînin.”
 
Seyfettîn Yaşar û Fetîh yaşar ku li girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê girtî ne, ev salek û 4 mehe bi hinceta qedexeya hevdîtinê nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Sultan Yaşar diyar kir ku herî dawî di 25’ê Hezîrana 2017’an de ji bo hevdîtina cejnê çûne Amasyayê hevdîtina hevjînê xwe Seyfetîn Yaşar û got piştre hevdîtin nehatiye kirin.
 
‘Di dema hevdîtinê de bi derbkirinê birin’
 
Sultanê tiştên ku di hevdîtina dawî hat jiyîn de wiha vegot: “Em çûn hevdîtinê, gardiyan û leşkeran heta em girtin hundir her tişt kirin. Gotin ‘terorîst’ hatine. Dema em ketin hevdîtinê jî li hevjînê min, tiyên min û girtiyên din jî heqeret û şîdet kirine. Gardiyanan xwestine lêgerîna tazî bikin. Lê girtiyan nehiştiye. Jİ ber vê derb kiribûn. Di 20’ê deqeya hevdîtinê de gardyanan girtî bi derbkirinê birin. Em ji wir neçûn. Lê em jî bi zorê derxistin. Me malbatan israr kir û em derneketin. Me xwest em bi midûr re hevdîtinê bikin. Lê got ‘dema min ji terorîstan re tune’. Gazî polîsan kirin û em derxistin. Ji wê rojê şûnde em neçûn. Em rewşa wan nizanin. Ev meheke telefon jî nakin. Em nameyan dişînin şûnde tên. Pirtûk û cilan nagirin hundir. Ev îşkenceye. Emê serî hemû riyên hiqûqî bidin û hesap bipirsin. Divê em tora têkoşînê ava bikin.”