'Em ji bo jiyanek bi tendurist pincar kom dikin'

  • 09:05 12 Nîsan 2019
  • Jiyan
WAN - Jinên her sal di meha Nîsanê de li quntarên Keleha Wanê tên cem hev, li vir pincar kom dikin û di nav xwezayê de kêfê dikin.
 
Bi hatina biharê re, xweza rengîn bû û jin li quntarên çiyan û ligel çeman pincar kom dikin. Li quntarên Keleha Wanê ya dîrokî di saetên nîvro de jin tên cem hev û li cihê av lê heye pincar û reşatê kom dikin.
 
Jina bi navê Adalet Seyhan ku her sal di meha nîsanê de tê pincar kom dike wiha got: “Bi hatina biharê re, em jin diçin pişt kelehê. Em li vir pincar kom dikin. Em di nav xwezayê de kêfê dikin. Em van gîhan di xwarinên keledoş, selete û her wekî din de bi kar tînin.”
 
‘Em ji bo jiyanek bi tendurist pincar kom dikin’
 
Gozel Can jî destnîşan kir ku pincarên kom dikin gelek bi fêde ye û wiha pê de çû: “Reşat ji bo tansiyon, mîde, şekir, gurçikan gelek baş e. Em zêde kom dikin, davêjin cemedankê û zivistanê bi kar tînin. Em ji bo jiyanek bi tendurist pincar kom dikin.”