Li Colemêrgê dema nebatên bi şifa ye

  • 09:10 11 Nîsan 2019
  • Jiyan
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi germbûna hewayê re nebatên bi şifa li çiyan rengê xwe nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ev pincar di penîr de tê bikaranîn, jê xwarin tê çêkirin û ji her derdî re şifa ye.
 
Bi hatina biharê re zindîbûna xwezayê xwe da hîskirin û têkiliya jinan a bi xwezayê re jî derdikeve holê. Jinên bi salane kevneşopiya xwe didomînin, dest bi berhevkirina pincara bi şifa kirin. Li herêma Colemêrgê nebatên kuhbizik, alo, mende, kîzok, kereng, qehe rengê xwe nîşan dane. Jinên ku diçin pincarê kom dikin jî hem tehma biharê û hem jî tehma ligel hev derbaskirina demê dijîn.
 
Jinên  ji sibehê zû tên cem hev û taştê dixwin. Piştre alavên xwe digirin û diçin. Piştî meşa dirêj şûnde pincarê kom dikin. Heta êvarê turikê xwe tije dikin û vedigerin.
 
‘Ev nebat ji her derdî re derman e’
 
Hamîde Îhtîyat da zanîn ku her sal pincarê kom dike û got: “Bihar gelek xweş e. Nîmetê wê hene. Şifa ye. Berê derman tunebûn. Me derman ji nebatan çêdikirin. Her wiha xwarinên wan jî pir xweşin. Penîrê me jî bi van gîhan xweş dibe. Em penîrê xwe bi xwe çêdikin. Ev çandeke ku ji paşerojê de heta roja me ya îro hatiye.”