‘Bi Abdullah Ocalan re jiyan xweş û watedartir bû’

  • 09:13 14 Sibat 2019
  • Jiyan
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Şaziye Îbrahîm a ji Efrînê ye diyar kir ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kiriye şûnde di kesayeta wê û malbata wê de şoreşek pêk hatiye, jiyan ji wan xweştir û watedartir bûye û got: “Min bi wan çavan re ji nû ve vejîna jinê dît.”
 
Di ser komploya navneteweyî  ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî  Tirkiyeyê hat kirin û di bin tecrîdê de tê girtin de 21 sal derbas bû. Bêguman yên herî zêde ji vê rewşê bi bandor bûn jin bûn.  Abdullah Ocalan bi fikir û nêrînên xwe li ser nasnameya jinê kûr bû û li ser pira  jina azad dikare çawa bê afirandin, lêgerîn pêk anî. Bi taybet Jinên Kurd li ser ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ ya Abdullah Ocalan sekinîn, ketin lêgerînê.  Her wiha Abdullah Ocalan ‘Paradîgmaya Civaka Azadiya Jinê ya Ekolojîk Demokratîk’ pêş xist û da pêş jinê.  Abdullah Ocalan ku paradîgmayek gerdunî pêş xist, ji bo jinan cihê wî her tim girîng û cuda bû. 
 
Şaziye Îbrahîm a ji Efrînê ye û  di 15’ê Tebaxa 1991’ê de li Geliyê Beka ya Lubnanê  û di 1996’an de li Helebê Abdullah Ocalan dît,  hevdîtinên pêk anîne û tiştên di jiyana wê de guheriye vegot.
 
‘Min bi wan çavan re ji nû ve vejîna jinê dît’
 
Şaziyeyê bi lêv kir ku dîtina Abdullah Ocalan ji bo wê xeyal bûye û wiha got: “Min her tim digot ‘gelo ez ê rojekê bibînim? Kesekî çawa ye? Dema min ew dît kelecanek pir cuda bi min re çê bû. Min bi çavên Rêber Apo re mirina jina Kurd û ji nû ve vejîna wê dît.  Abdullah Ocalan ji bo jina dimir şansek jiyana nû da. Min ev bi wî re dît.  Min di çavên wî de hişyarbûna jina Kurd dît. Dema diaxivî çavê xwe digirt û di carekê de vedikir û li dora xwe dinêrt.  Min bi wan çavan  ji nû ve vejîna jinan dît.”
 
‘Min soza şikandina pêşdarazan da xwe’
 
Şaziyeyê daxuyakirin ku piştî Abdullah Ocalan dîtiye û vegeryaye Efrînê soz daye  xwe û wiha pê de çû: “Min got ji bo doz û şexsê xwe çi ji destê min bê ez ê bikim. Min got ez ê xwe nedim bin hincetên weke ‘zarokê min heye, ez diwestim.’ Heta ji destên min hat min pêşdaraz şikandin. Min sozek din jî da xwe.  Ez ê ji bo Kurdistanê zarokên xwe mezin bikim û wan tevlî şoreşê bikim. Heta ji destê min hat min kir.”
 
‘Bi nasnameya xwe ya jinê bên nasîn’
 
Şaziyeyê destnîşan kir ku cara duyem di 1996’an de Abdullah Ocalan li Helebê dîtiye û got Abdullah Ocalan ne xwedî kesayetek ji rêzê bû. Şaziyeyê wiha dirêjî da axaftin xwe: “Dayikekê êzingek li erdê dî û xwest rake. Abdullah Ocalan ew dît û got ‘Divê jin xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê jin xwedî li nasnameya xwe derkeve. Divê jin xwe nas bike. Divê jin bêje, ez jin im.’ Dîsa rexneyek din jî kir ‘dema jin xurt be, bi cesaret be hûn çima dibêjin wek mêran e’. Got ‘vê qebûl nekin, xwedî li nasnameya xwer derkevin. Bila cîhan we wek jin nas bike.’
 
‘Nebin namûsa tu kesî’
 
Şaziyeyê behsa diyalogek din a di navbera wan de derbas bûye kir û got: “Em bi Abdullah Ocalan re dîsa ligel hev bûn. Me soza ‘Em ê wek jin bên nasîn. Em ê nebin namûsa tu kesî. Em ê nebin namûsa bav, kur, hevjîn . Em hîna li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Hîna hinek tişt nehatine şikandin.  Ez hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re heta dawiya jiyana xwe ji bîr nakim.”
 
‘Tevlîbûna xebatan ji bo min guherînek mezin bû’
 
Şaziyeyê di berdewamiyê de got: "Piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatim malê. Min ji dayika xwe re got ‘Ez êdî ne kevaniya malê me.’ Dayika min got çima tu tevlî tevgerê dibî. Min jî got ‘Ez ketim riya jiyanek nû. Ez tevlî tevgerê dibim, hûn ê zarokên min binêrin.’ Dayika min got ez nikarim lê binêrim, li vir bixebite. Gotinên Abdullah Ocalan hat bîra min.  Gotibû ‘Tu nikarî biçî çiyê li vir bixebite. Kar zêde ye. Ya girîng karê rast e.’ Tevlîbûna min a xebatan bi malbata min re jî guherînên mezin çê kir. Me li malê di navbera xwe de civîn dikir. Dayika min li zarokên min dinihêrt."
 
‘Em ê li axa Efrînê rêberê xwe hembêz bikin’
 
Şaziyeyê diyar kir ku hêviya wê ev e li axa Efrînê rojekê rêberê xwe Abdullah Ocalan hembêz bikin û got: “Hêviya me mezin e. Ger Abdullah Ocalan azad nebe, em azadiyê qebûl nakin. Em jiyaneke ku Rêber Apo têde tune qebûl nakin.”
 
Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin silav kir û destnîşan kir ku daxwazên Leylayê daxwazên wan e û got çalakiya wê gelek girîng û watedar e.