Li Bedlîsê çanda 750 salî ‘buryan’

  • 09:39 10 Sibat 2019
  • Jiyan
BEDLÎS - Xwarina navdar Buryana Bedlîsê ku ji goştê bizinê di tenûrên taybet de tê pijandin, bi dîroka xwe ya 750 salî, wek çandek girîng ya mutbexan cihê xwe diparêze.
 
Xwarina Buryan ya di mutbexa Bedlîsê de tê pijirandin û bi dîroka xwe ya 750 salî bûye çand, yek ji xwarinên ku ji aliyê kesên ji goşt hez dikin ve, eleqeyek mezin dibîne. Buryan ku ji goştê bizinê tê çêkirin, xwarineke ku çêkirina wê gelek zehmet e.
 
Çêkirina xwarinê, ewil bi xwêkirina goşt dest pê dike. Satilên sifir tije av dikin û ji êvar de dikin tenûrê. Dema ku agir bû koz, goşt jî bi hevkariya hesinên pencik dadixînin tenûran. Ji bo hewayê negire jî dora devê tenûrê bi axa sor tê girtin. Buryan 2 saetan di tenûrê de bi bihara avê tê pijandin. Ziwabûna axa devê tenûrê, pijandina buryanê nîşan dide. Bi vî awayî xwarin ji bo serwîsê tê amadekirin.