Der barê esasên pratîk û teorîk ên pergala konfederal demokratîk a jinê de

  • 09:02 18 Nîsan 2025
  • Jineolojî
"Li aliyê din jî talankirina axê, kîza ekolojîk, qirêjkirina xwezayê gihiştiye astek cidî. Di vî alî de jin parêzvanên xwezayê, ziman, çandê ne"
 
Divê pergala konfederalîzma jinê li dijî dagirkirina xweza, çand, asîmîlasyon û krîza ekolojiyê bi rêxistibûnên xwe bersiva wê hebe û bibe alternatîf. Ev pirsgirêk rojevên ku divê konfederalîzm û şoreşa jinê çareser bike de ye.
 
Beşa yekemîn 
 
Çîgdem Doga
 
Divê bê destnîşankirin ku pergala kofederal a demokratîk a jinê bi di pergala konfederal a giştî de di têkiliyekê de ye. Di nav pergalê de ye. Lê ev nayê wateya ku li jor an jî jêr di rêxistibûna giştî de ye. Têkiliya konfederal a me behsa wê dikir, îradeya jinê bi awayekî wekhev û azad di pergala giştî de bi rêxistin dike, jin der barê xwe de biryarê digirin. Ev mijarek girîng e. Ev rê li ber rewşek erênî vedike. Pergala konfederal di esasa jiyana wekhev û azad de, pergala wekhev de pergala konfederal a jinê digire dest. Di destpêkê de ev serê mirovan tevlihev bike jî her ku bi nirxên demokratîk hatiye ronîkirin gihiştiye rewşa rast. Ya esas; biryarên der barê jinan de jin digirin, pêk tînin û nakevin bin siya mêran. Di pergala giştî de divê pergalek rêxistibûna konfederal a jinan û yekîneyên kofederasyona tevlihev a giştî, pergala jinan a rêxistinkirî ya xweser divê hebe. Divê girêdayê pergala konfederal a jinan xebatên hişmendiyê hebin.
 
Em têkilî konfederalîzma jinan a bi welatparêzî, azadiya fikr û raman, îrade, rêxistinbûn, têkoşîn, etîk û estetîkê bigirin dest.
 
Şoreş û pergala konfederal a jinê girêdayê têgeha ax, welatparêziyê ye. Ax, hemû nirxên madî manewî, hilberîn, ked, ziman, çand, hevjiyana azad, demokrasiya civakî watedar dibe. Divê ev bi netweperesetiyê re neyê tevlihevkirin. Li ser axa welatê hatiye dagirkirin pêkanîna şoreşa jinê, wateya avakirina jiyanek azad dihewîne. Heta axa ku hatiye dagirkirin neyê paqijkirin wate û tehma wê tuneye. Ji ber wê welatparêzî, axparêzî pir bi wate ye.
 
Li aliyê din jî talankirina axê, kîza ekolojîk, qirêjkirina xwezayê gihiştiye astek cidî. Di vî alî de jin parêzvanên xwezayê, ziman, çandê ne.
 
Divê pergala konfederalîzma jinê li dijî dagirkirina xweza, çand, asîmîlasyon û krîza ekolojiyê bi rêxistibûnên xwe bersiva wê hebe û bibe alternatîf. Ev pirsgirêk rojevên ku divê konfederalîzm û şoreşa jinê çareser bike de ye.
 
Îradeya azad rih û nasnameya şoreşa jinê û konfederalîzma jinê îfade dike. Pergala jinê ku îrade û fikra wê ya azad tunebe, nikare bê fikirîn. Hişmendî û perwerdekirina jinê tê wateya wêrekiya fikrên azad. Em jin pirsgirêkên mezin dijîn. Dîtin û îfadekirina van pirsgirêkan ne zehmet e. Divê bi îradeya azad û fikrên azad ev bên çareserkirin. Divê jin ji kodên koletî û serdestiyê derkevin û bi hişmendiyê xwe pêş bixînin. Divê her cureyê pirsgirêkê bi hişmendî, zanistî, îdelojîk, felsefîk bê lêpirsînkirin û bi vê hişmendiyê bersiva vê bê dîtin.
 
Ji bo çareseriya vê hûrbûnek mezin a jinan ferz e. Bi terzek ji rêzê pirsgirêkên jinan nikarin bên çareserkirin. Ji bo vê divê li dora rojevên esas ên jinan rêxistibûn bê xurtkirin. Encam û lêkolînên femînîst, xebatên komîteya jîneolojiyê bandorek wisa diafirîne. Lê divê ev faaliyet bên zêdekirin û analîzên zanistî çareserî pêk bên. Jîneolojî di salên dawî de bi rêbazên pêş xistiye rê li ber ronahiyên mezin vedike. Zanist ji tekela mêr û dewletê derxistiye û kiriye zanista jinê. Divê girîngiya wê ya bi konfederalîmza jinê re jî bê vegotin. Divê hem jineolojî hem tevgerên femînîst di esasa pergala konfederal a jinê de xwe bikin yek. Divê em jin pergala xwe ya alternatîf pêş bixînin.
 
Di vî alî de rola akademiyên jinan pir girîng e. Li her derê divê wek qada akademiyê bê destgirtin. Di vê çarçoveyê de divê jin her qada lê dimînin, veguherin cih û warên hişmendî û akademiyan. Her wiha mijarên perwerdehiyê jî divê mutevazi, zelal û fêmkirî bê diyarkirin.
 
Li dijî rastiya şerê taybet, tundiya mêr, polîtîkayên zayendperest û dijminên jinê, afirandina polîtîkayên jinê ferz bûye. Ji binpêkirina keda jinê bigirin heta polîtîkayên beden-zayend a jinê, fuhuş, estetîk, tenduristî, ekolojî, zarok, pirsgirêkên malbatê, divê derbarê her mijarê de hawirên nîqaşên xweser bên afirandin. Divê her cihê perwerdeyê, bibin qada afirandina polîtîkayan.
 
Divê komun, meclîs, akademî, aboriya komunal, rêveberiyên xweser, mijarên wek demokrasî, girtina biryaran, parastina cewherî de dersan bide û nîqaşan bide meşandin. Di vî alî de pêşxistina tecrubeya jinan û rêxistinbûn, girêdayê vê xebatên hişmendî û pewerdehiyê gelek girîng in.
 
Di feraseta konfederal a jinê de çanda rizgarkirinê tuneye, di riya rizgarbûnê de meş, vekirina rê û çareserî heye.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Der barê esasê pratîk û teorîk ên pergala konfederal a demokratîk a jinê de; beşa duyemîn’ wê bê weşandin.