Danişîna doza Narîn Guran dest pê kir

  • 10:00 25 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza ku 15 kes ji ber sûcê "alîkariya sûcdar" der barê Komkujiya Narîn Gûranê de tên darizandin dest pê kir.   
 
Duyemîn danişîna doza ku der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ku 19 roj piştî windabûna wê di 21'ê Tebaxa 2024'an de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan  ya Amedê cenazeyê wê hatibû dîtin, hatibû vekirin, hat dîtin. Rûniştina dawî ya doza ku di çarçoveya lêpirsîna duyemîn de bi sûcê "alîkariya sûcdar" hat vekirin û 15 kes jê tên darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dest pê kir. 
 
Di rûniştina dozê de yên girtî dotmama wê Bîrsen Gûran, apê wê Fuat Gûran, jinmama wê Maşallah Gûran, hevjînê xaltîka wê Mehmet Şevket Kaya, pismamê wê Muhammed Kaya û kedkarê Salim Gûran Mehmet Selîm Atasoy, yên hatin binçavkirin; Kesên ku nehatine girtin dotmama  Narînê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Gûran û 3 zarok tên darizandin. 
 
Di danişînê de ji bilî parêzer û xizmên kiryaran destûr nedan tu kesî ku danişînê bişopînin û dest bi guhdarkirina şahidan hat kirin.