
Li Şamê li dijî belavokên cudakariya zayendî nerazîbûn
- 14:00 22 Nîsan 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Sûriyeyê Şamê tevî ku biryarek fermî nîne jî li ser veguhestina giştî belavokên li ser ‘Hişyarî: aliyê piştê tenê ji bo jinan hatiye veqetandin’ hat nivîsandin. Ev yek rê li ber nerazîbûnê vekir.
Hat ragihandin ku li paytexta Sûriyeyê Şamê, ji bo jin û mêr li veguhastina giştî cuda rûnên, belavok hatin daliqandin. Tevî ku biryarek wiha fermî nîne jî di hin otobusan de hat dîtin ku kursiyên pêş ji bo mêran û kursiyên li paş jî ji bo jinan hatine veqetandin.
Her çend rêveberiya demkî ya cîhadîst Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) tu daxuyaniyek fermî ne dabe jî, ketina meriyetê ya vê sepanê di medyaya dijîtal de li gelemperî Sûriyeyê bû sedema nerazîbûnan.
Ev pêkanîn ji aliyê jinan ve hat rexnekirin û ev yek weke destwerdanek li azadiyan û "cihêkariya zayendî ya li qada cemaweriyê" tê pênasekirin.