Li dijî sererastkirina nafaqayê bertek

  • 09:06 8 Gulan 2018
  • Hiqûq
RIHA - Parêzer Sevda Çelîk bertek nîşanî sînorkirina nafaqayê da û diyar kir ku ev wê şîdeta li ser jinê zêde bike û got ev pisgirêka nav malbatê çareser nake, zewacê li ser jinan ferz dikin.
 
AKP ya heta niha destkeftiyên jinan yek bi yek ji dest girt niha jî bi sererastkirina nafaqayê re mafê destberdanê ji jinan digire. Parêzer û parêzvana mafê mirovan Sevda Çelîk derbarê mijarê de nêrînên xwe vegot û bertekên tund nîşanî sererastkirinê da. 
 
Wê şîdeta aborî zêde bike
 
Sevdayê bi lêv kir ku bi qanûnên heyî re şîdet û binpêkirina mafan a li ser jinan nayê astengkirin û yek ji sedema herî mezin a şîdetê eve ku jin ji qada xebat û jiyana civakî dûr xistine. 
 
Sevdayê balkişand ser sînorkirina nafaqeyê û got qanûnên ku şîdeta aborî tune bike, ji xwe tune ye û tevî vê sînorkirina nafaqeyê wê şîdeta li ser jinê kat bi kat zêde bike.
 
Her wiha Sevdayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi taybet jinên ku derfetên wan ên aboriyê tune ne, pir caran neçar dimînin zewacê bidomînin û got ev sererastkirin jî wê jinan neçarî berdewamkirina zewacê bike.