Derbarê mêrê ku îstismara zayendî pêk anî îdianame hat amadekirin

  • 09:44 7 Gulan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Li dibistanek Fatihê derbarê Huseyin B. de bi hinceta ku li dijî 7 zarokan îstismara zayendî pêk aniye îdianame hat amadekirin. 
 
Li Fatiha Stenbolê derbarê gerînendeyê dibistanekê Huseyin B. de bi hinceta ku li dijî 7 zarokan îstismara zayendî pêk aniye îdianame hat amadekirin. Zarokan bûyer ji mamosteyê xwe yê rehberê vegot û derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê îdianame hat amadekirin. 
 
Di îdianameyê de hat gotin ku Huseyin B. zarokên ku ji bo stajê hatiye odeya wî îstismar kiriye. 
 
Di îdianmeyê derbarê Huseyin de, di çarçoveya sûcên "Îstismara zayendî ya li hember gelek zarokan", "Tacîza zayendî ya li dijî gelek zarokan" ceza hat xwestin. Doz dê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.