Îstîsmara zayendî ya nehat gilîkirin sîstematîk bû

  • 10:13 3 Gulan 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED- Li Amedê mêrê bi navê Murat S. ku bufeya wî hebû li zaroka 11 salî îstîsmara zayendî kir. Zarokê bûyer ji dayika xwe re got lê malbatê gilî nekir. Ji ber vê Murat S. sûc anî rewşa sîstematîk û vê carê xwişka zarokê ya 8 salî jî îstîsmar kir.
 
Li Yenîşehîra Amedê mêrê bi navê Murat S yê 46 salî di Çileya 2018’an de li zaroka 11 salî li bufeya xwe îstîsmara zayendî kir û tehdîd kir. Zarokê li malê bûyer ji dayika xwe re got û dayika wê çû bûfeyê. Murat S. bi awayekî tûnd bertek nîşanê dayîkê da. Birayê Murat S. jî ji dayikê lêborîn xwest  û ser bûyerê girt. Li ser vê dayikê gilî nekir. Lê du meh şûnde Murat S. vê carê xwişka zarokê ya 8 salî îstîsmar kir. Sûcdar dîsa zaroka 8 salî tehdîd kir ku bûyerê ji kesî re nebêje.
 
Lêpirsîn hat destpêkirin
 
Zarokê li malê her tişt ji dayika xwe re got. Dayikê çû gilî kir, lêpirsîn hat destpêkirin û Murat S. hat binçavkirin.  Murat  S. sûcdarî red kir û  ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Sulh a Amedê ve hat girtin.
 
Îdiname ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û darizandina dozê wê di rojên pêş de bê destpêkirin.