‘Kontrola Edlî veguheriye alava zexta derûnî’

  • 09:04 1 Gulan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Ji Parêzerên EHB’ê Gulhan Kaya, diyar kir ku biryara kontrola edlî ya derbarê sedhezaran kesî de hatiye dayîn veguheriye alava zexta derûnî û got ev bi hiqûqê nayê vegotin, divê atmosfera siyasî bê guhertin.
 
Li gorî daneyên Serokatiya Daîreya Serbestiya bi Kontrol, dadgehan ji Tîrmeha 2017’an heta niha derbarê 360 hezar kesî de biryara kontrola edlî (serbestiya bi kontol) daye. Hejmara kontrola edlî roj bi roj zêde dibe û tê payîn ku ev hejmar di 2018’an de zêde dibe. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Gulhan Kaya  derbarê mijarê de axivî û got ji ber sedemên siyasî bi hezaran girtin an jî bi kontrola edlî sewqî dadgeriyên cezayên sulh hatine kirin û got dadger piranî biryara girtinê didin û berdanek bi kontrola edlî hema hema pêk nayê.
 
Gulhanê daxuyakirin ku gotinek herî biçûk a muxalîf dibe sedema girtina cezayê û got rêjeya kontrola edlî û girtin zêde bûne. Gulanê wiha berdewam kir: “Sedema vê yekê guherînên siyasî ne. Ev yek jî ji rojeva siyasî ne dûr in. Daraz veguheriya qada ku dengê muxalîfan dibire. Em daraz û serbixwebûnê nikarin bînin cem hev. Li her derê mudaxale heye. “
 
‘Dewleta peyama ‘min negirt lê ez dişopînim’ dide’
 
Gulhanê diyar kir ku kontrola edlî ji bo tedbîra giran a di girtinê de bê bikaranîn, anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê îro gelek biryarên kontrola edlî tên dayin. Di demên dawî de kes bêyî kontrola edlî nayê berdan.  Armanca dewletê ev e ku peyama ‘min negirt lê ez dişopînim’ bide. Ez jî ji hefteyê carekê diçim qereqolê û îmzeyê diavêjim. Ev pêkanînek ‘bê maf e’. Ev veguheriye alava zextê ya derûnî.”