Rojnameger Seher Taşkin nehat berdan

  • 13:37 30 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÛŞ - Danişîna ewil a nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seher Taşkin a girtî dihat darizandin hat dîtin. Dadger, Seher berneda û berdewama girtina wê da. 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê  Seher Taşkin ji ber hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan kiriye û parvekirinên medya civakî li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Danişîna ewil a Seherê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Seher bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endama rêxistinê ye” tê darizandin. Piştî Seherê parastina xwe kir, dadgehê biryara dewama girtina wê da û danişîn taloqî 2’ê tîrmehê hat kirin. 
 
Nûçegihan Seher di 20’ê kanûna 2017’an de li Mûşê bi îdiaya “der barê wê de îxbar heye” hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Dozger îtîrazê berdana Seherê kiribû û di 22’ê çile de li Enqereyê hatibû girtin.