Nakokiyên di doza Nisêbînê de

  • 09:05 28 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Derbarê kesên di doza Nisêbînê de hatine darizandin de ‘cezayê muebeta giran’ tê xwestin û ‘delîla esas’ ya îdianameyê jî îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn tên nîşandan. Jiyan Ay a di nav girtiyan de ye, derbarê wê de doza cemawerî hatibû vekirin û dadgehê ev îfade ‘bê nirx’ dît.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de 70 kesên ku 17 jê zarok bûn hatibûn tahliyekirin hatibûn girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceyên giran hatin û niha bi muebeta giran tên darizandin. Di dosyayê de ‘delîla esas’ îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn tên nîşan dan. Doz li 4’emîn dadgeha cezaya giran didome û girtiyan îfadeyên xwe yên di bin îşkenceyê de dabûn şûnde kişandin. Girtiyan daxwaz kirin ku îdianame li gorî vê bê amadekirin. Lê daxwaz nehatin qebûlkirin.
 
Di navbera du dadgehan de nakokî
 
Nakokiyên di darizandinê de jî di îfade û biryarên dozger û dadgehan de dertê holê. Derbarê Jiyan Ay de di dozek wê ya cuda de ya li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de 13 salî û 4 meh ceza hat birîn. Jiyan ji xendek û barîkatan berpirs hat dîtin û di biryara bi hincet a dozê de hat gotin ku dema qedexeyê li Nisêbînê bûye û şopa tiliya wê li kaxizekê ye. 
Her çiqas Jiyanê got ew şahidên derbarê wê de îfade dane nas nake jî hat gotin ku ‘ji xwe îfadeya şahidan ne bi nirx e’. Lê wek tê zanîn di doza komî de ji ber van îfadeyan ‘cezayên muebetê’ tê xwestin.