‘Bila qanûnên heyî û peymanên zarokan pêk bên’

  • 09:06 27 Nîsan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Parêzer Ozlem Ozkan  pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya desthilatdariyê pêşkêşî meclîsê kiriye nirxand û got ‘ev polîtîkaya dirû ye’. Ozlemê wiha got: “Ji xwe qanûnên hene hebûn. Lê pêk nayên. Tirkiyeyê Peymana Mafê Zarokan û Peymana Stenbolê îmze kiriye. Gelo ev kîjan bi cih anîn. Dema mirov dinêrin ji sedî 10 jî nehatiye bicihanîn.”
 
Parêzer Ozlem Ozkan bertek nîşanî pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya pêşkêşî meclîsê hatiye kirin da û daxuyakirin ku divê pirsgirêka tacîz û îstîsmarê bi kûrahî bê lêkolînkirin û pêşnûmeya hatiye amadekirin jî ji çareseriyê gelek dûr e.
 
Ozlemê bi lêv kir ku ji ber bertekên di rayagiştî de ava bûne desthilatdariyê pêşnûme aniye rojevê û got rêbazên wek ‘xesandin’ û ‘cezakirinê’ berê jî hatiye rojevê. Ozlemê wiha berdewam kir: “Ji ber vê em dibêjin ku divê pirsgirêk bi cidiyet bê destgirtin û serê wê neyê girtin. Bi taybet divê pêşnûmeyek ku nêrînên pisporên tipa edlî, doktor, parêzvanên mafê zarokan û parêzvanên mafê jinan jî tê de cih bigirta bihata amadekirin.”
 
‘Polîtîkaya dirû’
 
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku rêxistinên jinan û LGBTÎ li dijî pêşnûmeyê daxuyaniyek weşandine û rexne kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov dikarin anîna rojevê ya pêşnûmeyê erênî binirxînin lê dema mirov bi kurahî dinirxînin mirov dibînin ku polîtîkayek dirû ye.” 
 
‘Xetereya bêcezabûnê heye’
 
Ozlemê ev tişt anî ziman: “Ev pêşnûme nêzîkatiyek populîst e. Bi taybet jî rewşa ‘cezayê bilin’ dibe ku bibe sedema rewşa bêcezabûnê. Cezayên 30 -40 salî bi dadgeran re dibe sedema fikarê.  Pêvajoyên darizandinê dirêj dibin. Mixabin di dozên wisa de encamên bêcezabûnê jî dertên holê. Xesandin ne çareserî ye. Ev rêbaz li dij mafê mirovan e. Ji xwe qanûn hene. Lê pêk nehatin.  Tirkiyeyê Peymana Mafê Zarokan û Peymana Stenbolê îmze kiriye.  Gelo ev kîjan hatin bicihanîn. Dema mirov dinêrin ji sedî 10 jî nehatiye bicihanîn.” 
 
Ozlemê her wiha balkişand ser xala qedexeya weşanê û bi lêv kir ku ev xal gelek bi xeter e.