Doza ku parêzer jê tên darizandin hat taloqkirin

  • 17:18 26 Nîsan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Doza parêzerên ku Komkujiya 10'ê Mijdarê  şermezar kirin taloqî 21'ê îlonê hat kirin.
 
Daneşîna 7'emîn a doza ku parêzerên Komkujiya Enqereyê ya di 10'ê Mihdara 2015'an de pêk hat şermezar kirin ku di nav wan de Ozgur Yilmaz û Sezaî Uçar jî hene ya 19 parêzeran li Edliyeya Çaglayana Stenbolê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.  Di daneşîna hat kirin de hin parêzerên negirtî dihatin darizandin û parêzerên girtî tevli bûn û gelek parêzer jî di dozê de amade bûn. 
 
Parêzerên ku parastina parêzerên tên darizandin kirin  diyar kirin ku şermezarkirina Komkujiya Enqereyê ne sûc e. 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û ji bo ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqî 21'ê Îlonê kir.