Ji bo îstîsmara zayendî 3 sal ceza 300 roj cezayê pereyê edlî

  • 09:11 25 Nîsan 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Li Amedê mêrê bi navê Suleyman B. li ser medyaya civakî li dijî zaroka 14 salî îstîsmara zayendî pêk anî û şantaj li zarokê kir. Ji bo Suleyman B. 3 sal cezayê girtîgehê û 300 roj cezayê pereyê edlî hat birîn.
 
Li Amedê di Çileyê 2014’an de li ser çapemeniya civakî mêrê bi navê Suleyman B. li hember zaroka 14 salî îstîsmara zayendî pêk anî û ji sûcên ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ û ‘şantajê’ li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê negirtî hat darizandin. Dadgehê di 5’emîn rûniştina dozê de îdia kir ku Suleyman B. ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ tê darizandin lê çalakiya wî sûcê ‘tacîza zayendî’ ye û ji ber vê jî biryar da ku ji xala 105\1 a TCK’ê ji sûcê tacîza zayendî bê cezakirin.
 
Dadgehê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ salek ceza da û ceza nêvî zêde kir û derxist salek û 6 mehan. Ji sûcê şantajê jî salek û 6 meh ceza û 300 roj cezayê pereyê edlî birî. Bi giştî 3 sal ceza û 300 roj cezayê pereyê edlî hat birîn.