'Xweseriya Demokratîk tevahiya civakê ye'

  • 14:12 19 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Di roja 4'emîn a daneşîna Doza Nisêbînê de Îbrahîm Tokaş di çarçoveya xweseriya demokratîk de parastin kir û wiha got: "Xweseriya Demokratîk, di navbera demokrasî, civak û dewletê de wekî pira ye û herkesî di nava xwe de dihewîne. Yanî tevahiya civakê ye."
 
Daneşîna 2'emîn a doza 50 kesên ku di serdema çalakiyên xwerêvebirinê de li Nisêbîna Mêrdînê hatibûn binçavkirin û di  26'ê Gulana 2016'an de hatin tehliyekirin û ji nû ve hatin girtin di roja 4'emîn de bi parastinê berdewam dike. Daneşîna ku li avahiya SGK'ê ya ku veguherandina dadgehê tê kirin bi parastina Îbrahîm Tokaş ku duh det pê kiribû berdewam kir. 
 
Îbrahîm di parastina xwe de diyar kir ku rêgeza demokrasiyê ya bê bi teşekirin girîng e û wiha berdewam kir: "Ev xalên ku divê bi awayê şênber bên niqaşkirin û bên biencamkirin in.  Pergalên ku xwe li welatan dispêrin xweseriyê hejmara wan bi sedan e.  Li aliyekî berxwedaneke ku xwedî pêşerojek 40 salan heye û li aliyê din jî niqaş û pêşniyarên çareseriyê.  gelê kurd ê ku bi hezaran sal e hebûna xwe parastiye, bi şerê modernîteya kapîtalîst hatiye asta tunekirinê.
 
Xeserî pira di navbera civak û dewletê de ye
 
Hêzên serdest ji ber ku nikarin wekî dixwazin gelê kurd rêve bibin êrîşî gelê kurd dikin. Lê mafê gelê kurd heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.  Gelê kurd ê ku bi salan tune hatiye hesibandin îro dibêje ez jî heme.  Mafê çarenûsa xwe tayînkirinê ku ji bo hemû  gelan hatiye dayîn divê ji bo gelê kurd jî bê dayîn.
 
Gelê kurd hebûna xwe nîşanî her kesî daye
 
Ger ku xweseriya demokratîk ji aliyê dewletê ve bê pejirandin wê demê wê dewlet bêhetir girîngiyê bide demokrasiyê. Tişta tê xwestin ne tenê ji bo gelekî ye. Gelê kurd bi berxwedana ku dide hebûna xwe ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye. Ev ji bo gelê kurd girîng e.  Ji bo ku dewlet girîngiyê bide demokrasiyê divê ku hiqûqa wê bê demokratîkirin."
 
Daneşîn bi parastinê berdewam dike.