Nehiştin çapemenî beşdarî rûniştina Furkan û Muhammed bibe

  • 12:18 19 Nîsan 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX-3'emîn rûniştina doza ku derbarê du polîsên ku bi wesayeta zirxî û li Silopiyê Furkan Yildirim û Muhammed Yildirim qetil kiribû dest pê kir. Nehiştin rojnamger beşdarî rûniştinê bibe. 
 
3'ê Gulana 2017'an de li Kuçeya Karşiyaka ya Silopiyaya Şirnexê dema ku Muhammed (7) û Furkan (6) her du bira di xew de bûn Omer Yigit bi wesayeta zirxî ketibûn mala wan û ew qetil kiribû. 3'emîn rûniştina doza ku derbarê Omer Yigit û Murat Maden ê ku Omer peywirdar kiribû dest pê kir. Omer Yigit di rûniştina yekem a ku li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cîzreyê hatibû dîtin û ji 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê jê dihat xwestin, hatibû tahliyekirin. 
 
Bavê Muhammed û Furkan, Mesut Yildirim, Parêzerên Baroya Şirnexê û parêzerên girêdayî baroya Amed û Bûrsayê jî beşdarî rûniştinê bûn. Rûniştina ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez jî beşdar bû, nehat hiştin ku rojnameger beşdar bibin.