Bi hinceta çûyina şûnê li Figen Yuksekdag doz hat vekirin

  • 09:06 19 Nîsan 2018
  • Hiqûq
AMED - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê a berê û parlamentera Wanê  Fîgen Yuksekdag de, bi hinceta tevlî şûna welatiyê ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin bûye doz hat vekirin. Fîgenê got: "Ew dixwazin peyamek wiha bide me 'Em hesabê kesên ku me kuştiye nadin lê hûn dema ku herin kesên ku hatine kuştin, hûn ê sûcdar bên îlankirin' ".
 
Di 19'ê Tebaxa 2014'an de li Liceyê ya Amedê  leşker ji bo peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) bişkînin çûn herêmê û li vir gule bi ser gel de barandin û welatiyê sivîl yê bi navê Mehdîn Taşkin qetil kirin. Li Liceyê ji bo Mehdîn mala şûnê hat avakirin û Parlamentera Wanê û Hevseroka giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî tevlî şûnê bûbû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Fîgenê de bi îdiaya di axaftina xwe ya li wir de 'propgandaya rêxistinê kiriye' fezleke amade kir. Hat îdiakirin ku 15'ê Tîrmeha 2015'an de li heman herêmê di operasyona hatiye kirin de lênûskek bi îbareya 'lênûska ziyaretvanan ya Sîsê-Licê' hatiye desteserkirin.
 
Li gor îdiayan di lênûskê de nivîsek bi îmzeya Fîgenê ya wekî 'Ez li hember bîranîna heval Mehdîn bi rêzdarî serî ditewînim. Wî dema nirxên xwe diparast nemir bû. Em ê niha bi bîranîn û ala wî jiyanê xurtir biparêzin' cih girtiye. 
 
Di 21'ê Sibata 2017'an de piştî parlamenteriya Fîgenê ket şûnde Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin û îfadeya Fîgenê girt. Fîgenê di îfadeyê de diyar kir ku ew çûye şînê lê nayê bîra wê ku nivîsek wisa nivîsiye an na. Fîgenê her wiha daxuyakirin ku wê nivîsek wisa nivîsî be jî Emniyeta Amedê ev bi endamtiya rêxistinê girêdaye û got ev senaryoyeke.
 
Dozgeriyê îdianameya amade kir şand 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê. Yekemîn rûniştina dozê di 21'ê Îlonê de dê bê dîtin.