Rezan Zugurlî bi zaroka xwe re bi riya SEGBÎS'ê parastin kir

  • 16:53 18 Nîsan 2018
  • Hiqûq
AMED - Hevşaredara Licêyê Rezan Zugurlî ya ku bi hinceta cezayê wê heye  hat girtin û derbarê wê de heta 25 salan ceza tê xwestin, bi zaroka xwe ya 2 salî ya ku li gel wê di girtîgehê de ye re bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir.
 
Daneşîna doza hevşaredara Licêya Amedê Rezan Zugurlî ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û bi hinceta tevli çalakiya ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di 25'ê cotmehê de hat kirin bû ku hat girtin li Dadgeha 10'emîn a Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji bo Rezanê bi îdaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Tevli çalakiyên dijqanûnî yên bê çek bûye" ji 9 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.  
 
Rezan ji Gitîgeha Tîpa T a Wanê bi riya SGBÎS'ê li gel zaroka xwe ya 2 salî tevli daneşînê bû.  Rezanê sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û got ku ew wekî hevşaredara Licê di girtîgehê de de û gelek hevşaredarê mîna wê îro girtî ne. 
 
Parêzera Rezanê Habîbe Danişam Beyar û dozgerê daneşîn xwestin ku kêmasiyên di dosyayê de bên tamamkirin.
 
Heyeta dadgehê ku biryara xwe aşkera kir û xwest ku dîmenên polîsan ên di dema çalakiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên lêkolînkirin û ji bo ku bê ka di dema bûyeran de biryara binçavkirinê derbarê Reznê de hatiye dayîn an nehatiye dayîn de ji Muduriyeta Emniyetê ya Amedê re nivîs bê nivîsandin û doz taloqî meha tîrmehê kir.