AYM'ê Dosyaya mamoste Ayşe girt rojeva xwe

  • 15:54 18 Nîsan 2018
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Makeqanûnê, dosyaya mamoste Ayşe Çelîk a ku got, "Bila Zarok nemirin" û cezayê lê hat birîn hat erêkirin girt rojeva xwe.
 
Dadgeha Makeqanûnê (AYM), dosyaya mamoste Ayşe Çelîk a ku bi riya telefonê  got, "Bila Zarok nemirin" û salek û 3 meh cezayê lê hat birîn hat erêkirin girt rojeva xwe. Manoste Ayşe ya ku li bendê ye roja înê li gel zaroka wê ya biçûk bişînin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, parêzerê wê Mahsunî Karaman di nûçeya li hesabê xwe yê înternetê weşnd de wiha got: "Dadgeha Makeqanûnê îro dosyaya mamoste Ayşe girt rojeva xwe. Em nika li benda bersivek erênî ne."