Bi têkoşîna dayikê re gumanbarê îstîsmara zayendî hat girtin

  • 09:19 17 Nîsan 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Li Baglarê mêrê bi navê Cîhat S. zaroka 8 salî îstîsmar kir û piştî zarokê ji dayika xwe re got, dayika wê A. bi şêniyên taxê re gumanbar dît. Di bûyera wek xespê di çapemeniyê de derket, hat hînbûn ku ji sûcê ‘îstîsmara zarokan’ ji 3 salan heta 8 salan ceza tê xwestin. 
 
Di 9’ê îlona 2017’an de li Baglar a Amedê mêrê bi navê Cîhat S. li zaroka 8 salî îstîsmara zayendî pêk anîn.  Zarokê parastina cewherî pêk anî û ji Cîhat S xilas bû. Zarok çû malê û her tişt ji dayika xwe re vegot. Malbata zarokê û şêniyên taxê pênaseya  gumanbar dan û gotin ger kê dît bila agahî bidin. 
 
Di 11’ê îlonê de welatiyan gumanbar Cîhat S girtin. Cîhat S teslîmê polîs hat kirin û rojek din şandin girtîgehê. Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Amedê amadekiriye , Cîhat S. qebûl dike zarok desteser kiriye lê sûcê îstîsmarê qebûl nekir. Dozgeriyê diyar kir ku Cîhat S. bi xapandinê hewl daye zarok bikeve avahiyê û got gumanbar ‘sûcê îstîsmara zayendî’ pêk aniye.
 
 Îdiaaname ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Têkoşîna dayikê gumanbar derxist holê Zarok û dayika zarokê tevlî runiştina yekemîn nebûn û gumanbar Cîhat S. yê girtî tê darizandin di runiştinê de amade bûn. Cîhat S. sûcdarî qebûl nekirin û îdia kir ku ji ber şaşiyekê ji aliyê welatiyan ve hatiye derbkirin û li ser bûyerê matmayî maye.
 
Dayik A. ya tevlî runiştina duyemîn bû diyar kir ku ji bo psîkolojiya zaroka wê xera nebe nayne runiştinê. Heyeta dadgehê der barê gumanbaran de ji 3 salan heta 8 salan cezayê girtîgehê xwest. Darizandin didome.