Derbarê Elif Tirenç Ulaş de daxwaza ceza hat kirin

  • 16:08 3 Adar 2022
  • Hiqûq
AMED - Di doza rêvebera Komeleya Jinê ya Rosayê Elif Tirenç Ulaş dihat darizandin de dozger bi sûcê "endamtiya rêxistina çekdar" ceza ji Elifê re xwest. 
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna doza Elifê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Elifê û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û parastina xwe kirin. 
 
Dozger di danişînê de mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir û xwest ceza li Elifê bê birîn. Parêzeran xwest muwekîla wan bê beraetkirin û ji bo dikaribin li dijî mutalayê parastinê bikin dem xwestin. Dadger daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 14’ê hezîranê kir.