Newroz Ûysal: Kobanê sembola berxwedanê ye

  • 13:54 6 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX- Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan li Şirnexê di salvegera çalakiyên ji bo Kobanê yê 6-8'ê Cotmehê de axivî û got, "Kobanê sembola berxwedan, têkoşîn û serkeftina li dijî DAIŞ'ê, zîhniyeta DAIŞ'ê û zîhniyeta tarî ya li Rojhilata Navîn e." 
 
Li Şirnexê bi boneya salvegera 6-8’ê Cotmehê ya çalakiyên ji bo Kobanê, di pêşengiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyaniyek hat dayîn. Parlamentera DEM Partiy ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, aktîvîstên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan endamên partiyê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hat dayîn bûn.
 
Lîstikeke bi xwîn hat destpêkirin'
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ku daxuyaniya tê de pankarta "Kobanê rumeta me ye" hat vekirin xwend, diyar kir ku li gelek bajaran êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 6-8'ê Cotmehê yên li ser Kobanê hatin protestokirin. Hêzên di bin kontrola desthilatdariya AKP-MHP'ê de êrîşî kesên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn kirin. û bi  dehan endamên partiya wan jiyana xwe ji dest dane.
 
'Kobanê bû sembola berxwedanê'
 
Paşê Newroz Ûysal axivî û wiha got: “Kobanê li Rojhilata Navîn bû sembola berxwedan, têkoşîn û serketina li dijî DAIŞ’ê, zîhniyeta DAIŞ’ê û zihniyeta tarî. Hemû cîhan Kobanê li ser navê Paramaz Kizilbaş, Arîn Mîrkan û bi deh hezaran şehîdan bi bîr tîne. Kobanê têkoşîna gelê Kurd, statûya gelê Kurd a li Rojava û şoreşgerên Kurd bi tevahî cîhanê da naskirin. Dewlet û hêzên paramîlîter êrîşî berxwedana gel kirin. Tiştên ku di wan rojan de qewimîn hê jî nehatine eşkerekirin. Pêşnûmeyên lêkolînê gelek caran ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatin redkirin. Ger tiştên wan rojan qewimîn eşkere bibûya, belkî şerê îro li Rojhilata Navîn ne di vê astê de bûya.” 
 
Newrozê, anî ziman ku ew peyama ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di wê serdemê de li ser medyaya dîjîtal parve kiribû, îro jî xwedî lê derdikevin
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.