Îdianameya MEBYA-DER’ê hat amadekirin

  • 13:54 21 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Der barê 18 rêveber û endamên MEBYA-DER'ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. 
 
Li Wanê di lêpirsîna li ser Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) de di 19’ê gulanê de 18 endam û rêveberên komeleyê hatibûn binçavkirin. Di 28’ê gulanê de sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Gulistan Onver û endamên komeleyê Cîhat Aksu, Ceyda Dîndar, Azîze Oner, Şevket Kaplan, Seracettîn Bayhar, Cevdet Bîlekçî, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Mahmut Dîndar û Savaş Encu hatibûn girtin. Îsa Demîragaç, Sureyya Azbag, Nuhû Alici, Nebî Kaçak, Halîme Suslu, Emîne Şaybak û Muhsîn Demîr jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. 
 
Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê ve dihat birêvebirin, bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê qebûl kir. 
  
Di destpêka îdianameyê de armanc û sazîbûna PKK’ê û daxuyaniyên demên cuda yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine nivîsandin. Di îdianameyê de MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin cih digirin. Her wiha di îdianameyê de teqîba fizîkî, qeydên tape, raporên materyalên dîjîtal û beyanên şahidên veşarî wek delîl hatine nîşandan. Hat gotin ku MEBYA-DER wek dewama MEYA-DER’ê dixebite. Di îdianameyê de tê gotin ku MEBYA-DER li ser daxwaz û fermana rêxistinê xebatê birêve dibe û her wiha tê gotin xîtabkirina “dayê” ya dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane jî wek delîlê sûc hatiye nîşandan. Xebatên MEBYA-DER’ê yên serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane jî wek sûc hatiye dîtin. 
 
Di îdianameyê de derbarê ji bo her kesek bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin. Rûniştina ewil a dozê wê di 3’ê kanûnê de li 2’yemîn Dadeha Cezayê Giran a Wanê were lidarxistin.