Doza Kobanê dest pe kir: Di navbera delîl û îdiayan de girêdanek nîne

  • 13:52 21 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Danişînên Doza Kobanê ku ji ber şermezarkirinên DAIŞ'ê yên sala 2014'an li HDP'ê hatibû vekirin û 108 HDP'î jê tên darizandin, îro jî dom kir. 
 
Danişînên Doza Kobanê ku ji ber şermezarkirinên DAIŞ'ê yên sala 2014'an li HDP'ê hatibû vekirin û 108 HDP'î jê tên darizandin, didome. 5'emîn danişîna dozê îro bi rûniştina 3'emîn li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz, Serpîl Kemalbay, Omer Farûk Gergerlîoglû, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mûrat Çepnî, Endamê MYK'â HDP'ê Dogan Erbaş, endam û rêveberên HDP'ê yên Edene û Enqerê, gelek parêzer û şopîner tevlî danişîna ku ji aliyê 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran  a Enqerê ve tê dîtin, bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li eywana danişînê amede bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên negirtî tên darizandin jî li bajarên lê bûn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. 
 
Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Parêzerê Endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut, Mesût Beştaş, mafê axaftinê girt û diyar kir ku di dosyayê de bi awayekî hiqûqî ne pêkan e ku tu angaşt bên pêşkirin û wiha got: "Ji tunebûnê angaştname hatiye amadekirin. Ji bo ku ji tunebûnê tiştekî derbixin cara duyemîn îfadeya muwekîl girtine. Dîsa ji bo ku ji tunebûnê tiştekî derbixin axaftina muwekîl a sala 2012'an de kirine dosyayê. Çawa çêdibe ku ev ji bo bûyerên sala 2014'an weke delîl tê nîşndan? Ji bo ku ev delîl divê girêdaneke vê bi bûyerê re çêbibe. Di navbera delîlan û angaştan de girêdan tune ye."
 
Piştî Mesût Beştaş Berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kubîlay xwest parastin bike. Lê serokê dadgehê bi hinceta ku axiviye got ku wê piştre mafê axaftinê de bide Gunay Kubîlay. Lê ser îttîraza parêzeran Gunay Kubîlay parastin kir.