Doza Helîkopterê hat taloqkirin

  • 11:19 21 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
WAN - 3'yemîn danişîna doza Helîkopterê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin û danişîn taloqê 6'ê çileyê hat kirin. 
 
Li Wanê, ji ber ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban kiribûn nûçe û ji raya giştî re ragihandibûn, di 9'ê cotmeha 2020'an de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala hatibûn girtin û piştre bi nûçegîhana MA'yê Zeyenep Dûrgût re doz li wan hatibû vekirin. 3'yemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. 
 
Rojnameger Adnan Bîlen û parêzer li danişînê amade bûn û rojnamegerên din jî hîncet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn. Destpêkê Adnan Bîlen mafê axaftinê girt û parastina xwe ya ku beriya niha kiribû dubare kir. Piştre parêzerê Bîlen Mûrat Tîmûr mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku tevdîrên kontrola edlî yên li ser rojnamegeran bên rakirin û amûrên wan ên dijîtal ku hatine desteserkirin li rojnamegeran bên vegerandin. 
  
Heyeta dadgehê, biryar da ku berpirsyartiya îmzeyê ya rojnamegeran bê rakirin û qedexeya wan a derketina derveyî welat bê domandin. Heyetê, daxwaza li wan vegerandina amûrên dîjîtal a rojnamegeran red kir û danişînê taloqî 6'ê çileya 2022y'an kirin.