Li malbata Fîkrî Demîrbaş ê wesayîta zirxî lê qelibî doz hat vekirin

  • 09:04 18 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED -  Di 2017’an de wesayîta zirxî li Fîkrî Demîrbaş ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta karê hundir li malabata Fîkrî Demîrbaş bi hinceta ‘wesayîta zirxî zirar dîtiye’ doza tezmînatê ya 250 hezar Euro vekir.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya di meha îlonê de aşkera kiriye di 10 salên dawî de 16 jê zarok 6 jin 36 kes di encama lêketina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dane. Yên ku qetil kirin nehatin cezakirin û ligel vê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane tên cezakirin. Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li ser riya Amed-Çewlîkê  wesayîta zirxî ya cendermeyan a tîpa kobra li wesayîta ku 5 kes têde bû xist.
 
Ji malbatê tezmînat hat xwestin
 
Wezareta karê hundir der barê ajokarê wesayîtê Fîkrî Demîrbaş ku hat qetilkirin de, li malbata wî doza tezmînatê ya 250 hezar Euro (2 mîlyon û 669 hezar û 487,14 TL) vekir. di 2019’an de teblîgê malbatê kir.  Wezaretê bi hinceta malbatê pere nedaye li 3’emîn Dadgeriya Hiqûqa Sulh a Amedê doza tazmînatê vekir.
 
Yê hat qetilkirin bi qisûr hat dîtin
 
Di daxwaznameyê de hat gotin ku ajokarê wesayîta sivîl Fîkrî Demîrbaş şerît îhlal kiriye û ji ber vê qeza pêk hatiye û Fîkrî Demîrbaş bi qusur hat dîtin.
 
Yên hatin qetilkirin wek zirar hat dîtin
 
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Wesayîta aydê saziya me pert (tam xesar) dîtiye.  Wesayîta me ya nû 350.000.00 Euro ye û  ji rewşa bihayê bi zirar 100.000.00 Euroye ketiye. Di vê rewşê de zirara wê 250.000.00 Euro ye.  Di dosya hejmar 2017-31 D ya 2’emîn Dadgeha Hiqûqa Sul a Amedê 581.80 TL avansa lêçûnê hatiye razandin û bi giştî 250.000.00 + 581,80 TL zirara cemawerî hatiye tespîtkirin.” Her wiha hat gotin ku malbatê ji 2019’an de ye tu pere ranezandiye. 
 
3’yemîn Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Amedê doz qebûl kir û ji bo dozê nivîs şand ji malbatê re. 
 
Hevjîna Fîkrî Demîrbaş, Halîme Demîrbaş bertek nîşanê doza hatiye vekirin da û got: “Hevjînê min dayika wî û sê xizmên me bi hev re diçûn Licê şînê. Di vegerê de wesayîta zirxî 5 kes qetil kir. Polîsan hat gotin qeza kirine û rakirine nexweşxaneyê. Ji me re negotin miriye. Ez û zarokên xwe çûn nexweşxaneyê. Me digot qezayek normal e. Em çûn beşa lezgîn. Me dît ku cenazeyê 5 kesî li konên reş pêçane.  Zarokên min çawa dîtin qiyamet rakirin. Piştre em hîn bûn ku panzer lê ketiye.”
 
‘Yê ku miriye hevjînê min e lê ceza ez didim’
 
Halîmeyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “5 malbat mexdûr bûn. Jiyana me rawestiya. 8 zarokên min hene. Sê heb zewicîne. Li 5 heban jî ez mêze dikim. Xanî kirê ye. Ji du mehan carê 650 TL digirim. Ev pere têrî tiştekî nake. Ji bo min û 8 zarokên min cuda cuda teblîgat hat. Hinceta malê dewletê zirar dîtiye 250 hezar Euro tê xwestin.  Me agahî da parêzerên xwe û me bihîst ku ev bûye doz. Ez nikarim kirê bidim. Ez ê vî pereyî çawa bidim?”
 
‘Ne kujer, yên hatin qetilkirin tên cezakirin’
 
Halîmeyê daxuyakirin ku 5 kes hatine qetilkirn lê kujeran ceza negirtiye û wiha dawî lê anî: “Li vir 5 kesên hatine qetilkirin hene. Tevî vê malbata wan tên cezakirin. Hevjînê min wesayît bi kar dianî. Dibêjin ji şerîdê derketiye. Lê kameraya wan deran tune ye. Gelo kîjan panzer bê kamera ye. Ji ber cezayê tezmînatê zarokên min li cihekî nikarin bixebitin. Nikarin bikevin karê bi sîgorte. Dema bixebitin jî ji ber doza tezmînatê dest didin ser pereyê wan. Ez niha dipirsim ev wijdan e gelo? Dijmin jî vê nake. Ez û zarokên xwe em ê pêşa vê dozê bernedin.”