1 sal û 8 meh ceza li Aysel Tugluk hat birîn

  • 16:35 15 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Di rûniştina biryarê ya doza bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" li parlamentera HDP'ê ya serdema berê Aysel Tugluk hatibû vekirin 1 û 8 meh ceza li Aysel Tugluk hat birîn.
 
Di salên 2012 û 2013'an de li Cîgira HDP'ê ya serdema berê û parlamentera HDP'ê ya Wanê ya serdema berê Aysel Tugluk  bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" du caran doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Aysela ji ber dozeke din li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Koceliyê girtiye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Ayselê sûcdarî red kir. Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" 1 û 8 meh ceza li Aysel Tugluk hat birîn.