Parêzerên Doza Kobanê bang kirin

  • 14:25 15 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê  û Parêzerên Doza Kobanê yên berî Doza Kobanê daxuyanî dan banga xwedîderketina dozê kirin. 
 
Endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî Doza Kobanê ku 5'emîn rûniştina dozê wê di 18'ê cotmehê de bê dîtin, li oteleke Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em li dijî komployê heqîqetê diparêzin" hat daliqandin. Ji parêzerên dozê Ezgî Gungordu, Veysi Eskî û Ramazan Demîr, wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
400 Klasor
 
Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu ku di civînê de pêşî axivî, bal kişand ser bêhiqûqiyên di pêvajoya darizandinê de. Ezgîyê destnîşan kir ku muwekîlên wan ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ne û dozên li dijî Hevserokên berê yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş hîn didomin û fezlekeyên Kobanê di dosyayên wan de cih girtine. Ezgîyê diyar kir ku serlêdanên wan ji hêla dadgehê ve hatine redkirin her çend wan destnîşan kiriye ku doza hatiye vekirin dozek dubare ye û dosya dozê ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê û gihîştiye 400 klasoran. 
 
Pêvajoyek siyasî ye
 
Ezgîyê destnîşan kir ku heyeta dadgehê ev îdianame di demek pir kin de qebûl kiriye û ev yek ne mumkun e û ji bo her muwekîlê wan 37 cezayên heta hetayê û cezayên giran hatine xwestin. Ezgîyê bal kişand ku di lêpirsîna di sala 2014’an de hatiye destpêkirin de bi salan pêşkeftinek çênebûye û got: "Ev nîşan dide ku doz ji pêvajoya qanûnî bêtir hilberînek pêvajoyek siyasî ye. Pirsgirêke ku dozger di sûcdarkirinên ewqasî giran de çawa gav neavêtiye. Em bi gelek neheqiyan re rûbirû man. Di danişîna ewil de destûr ji parêzeran re nehat dayîn bikevin hundir. Tespîta nasnameyan bêyî parêzeran hat kirin. Em bi pêvajoyek ku bi danûstandinên neqanûnî dest pê kir re rûbirû ne.” 
 
'Divê hemû girseyên demokratîk xwedî li vê dozê derkevin'
 
Ezgîyê diyar kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê muwekîlên wan de ji aliyê dadgeha Tirkiyeyê ve nehatine bicihanîn û got: "Ev dosya dosyayek siyasî ye. Dosyeyek li dijî muxalefetê ye. Divê hemî rêxistinên girseyî yên demokratîk xwedî li vê dozê derkevin.” 
 
Piştî Ezgîyê, parêzer Veysi Eksîk û Ramazan Demîr û parlamenter Zuleyha Gulum jî axivîn û bal kişandin ser naveroka siyasî ya dozê û banga beşdariya dozê kirin û xwestin biryara DMME'yê were sepandin.