Di dosyaya Gulistan Doku de biryara girtina Engin Yucel hat dayin

  • 14:42 14 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Derheqê zirbavê gumanbarê sereke Zainal Abarakov, Engin Yucel de biryara girtinê hat dayin. Engin Yucel agahiyên aîdî Gulistan Doku bê destûr li ser medyaya sanal parve kiribû. 
 
649 roj ji ser windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê, Gulistan Doku derbas bûn. Li Dêrsima ku li gelek cihên wê kamera hene di 5'ê Çileyê ya 2020'î ve ye agahî ji Gulistan Doku nayê girtin. Gumanbarê sereke Zainal Abarakov û zirbavê wî yê polîs Engin Yucel jî serbest digerin. 
 
4'emîn rûniştina doza Engin Yucel ê ku agahiyên Gulistanê îfşa kir li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Dêrsimê hat dîtin. Polîsê gumanbar Engin Yucel beşdarî rûniştinê nebû û derbarê wî de biryara girtinê hat dayin.