Parêzera Îpek Er: Dixwazin jinan bêdeng bikin

  • 09:15 14 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Ji parêzerên malbata Îpek Er, Mehpat Sert diyar kir dê di rûniştina dozê ya di 3'yê Kanûnê de derbarê bersûc de biryarê bê dayin û got:"Ji ber fikra îktidara siyasî tê xwestin êrişa zayendî bê veşartin. Her wiha ji ber bersûc destdirêj û tecawizkarekî bi unîforma ye jî dibe ku encama dozê ji bo me pir ne erênî be. Loma divê herkes li vê dozê xwedî derkevin."
 
Dê doza bersûc Mûsa Orhan ê li navçeya Qûbînê ya Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema întixarkirina wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve darizandina bersûc Mûsa Orhan a berdayî hat şermezarkirin û bertek li dijî vê yekê hat nîşandan. Bi taybet jî jinan li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Lîstikvan Ezgi Mola ya berteka xwe ji ser medyaya dîjîtal nîşan da hat darizandin. Ji aliyê Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 31'emîn a Enqereyê bi hinceta "heqaretê" 5 hezar û 200 TL cezayê pere yê edlî li Ezgî Mola hat birîn. 
 
Her wiha parêzerê bersûc derbarê lîstikvan Farah Zeynep Abdullah de bi îdiaya "heqaret" li bersûc kiriye li dozgeriyê serlêdana sûc kiribû. 
 
Ji parêzerên malbata Îpek Er, Mehtap Sert têkildarî geşedanên dawî de nirxandin kir. 
 
'Mûsa Orha mafê neaxaftinê yê ji kêfî bi kar tîne'
 
Mehtapê da zanîn ji serê darizandinê heta niha bersûc her bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûye û wiha got:"Mûsa Orha mafê neaxaftinê yê ji kêfî bi kar tîne. Divê ev maf bi tevahî bê bikaranîn lê belê bersûc tenê dibêje evn 'cinayeta toreyê ye' û herêmê ne baş dike û piştre disekine. Ev tevgereke li dijî mafê axaftinê ya bi tevahî ye. Gotinên dijminatiyê yên bersûc û parêzerên wî yên li dijî herêmê her di rûniştinan de tê pêş çavan. Heqaretê li malbatê jî dikin. Em bi israr dibêjin dosya ne ya întixarê ye ya êrişa zayendî ye."
 
'Nehiştin dayik biaxivin"
 
Dema parêzer parastinê bike divê xwe nexe dewsa muwekîl û wekî ku ew bersûc be neaxive. Divê li gor hiqûqê ev bê kirin. Wan mijar bi derekeve din ve dibirin û li ser delîlên di dema dozê de tune bûn bi dirêjayî diaxivîn. Li gel vê yekê şandeya dadgehê li dayika Îpek Er, Hakimeyê nehat guhdarkirin, hat astengkirin. Di rûniştina yekem de ji êşê ji ser hişê xwe ve çû û nikaribû biaxiviya. Di rûniştineke din de dema dayikê xwest biaxive hat astengkirin. Ji aliyê parêzerên Musa Orhan ve saet û nîvekê îfadeyên eletewş hatin dayin lê belê nehiştin dayik biaxive."
 
'Armanca wan ew e ku parvekirinan rawestînin û ser sûcê xwe bigirin'
 
Di rûniştina sêyemîn de li ser beyanên şahidan û li ser hinek delîlan me xwest bersûc bê girtin lê belê parêzerên bersûc dema daxwaza reda vî tiştî kirin mijarên eleqeya wan bi vê tunebûn anîn dadgehê. Ew bi heqareta li herêmê, malbatê dixwazin bersûc mafdar derxin. Her wiha parêzerên bersûc bi hinceta "heqaret kiriye" berê derbarê Ezgi de dawiyê jî derbarê Farah de serlêdana sûc kirin. Bi vî rengî dixwazin jinan bêdeng bihêlin. Armanca wan ew e ku parvekirinan rawestînin û ser sûcê xwe bigirin."
 
'Em li hêviya hemû parêzvanên mafên mirovan e ku bên rûniştina biryarê'
 
Mehtapê da zanîn di rûniştina dawî de mutalaya hatiye dayin û derbarê bersûc de daxwaza ceza hatiye dayin û wiha bi dawî kir:"Di 3'yê Kanûnê de rûniştina biryarê heye. Em daxwaz dikin bersûc bê cezakirin. Dadger pirs helwesta xwe diyar nakin lê belê biryarên dawî yên dadgeha bilind ên diguherin û ji ber fikra îktidara siyasî tê xwestin êrişa zayendî bê veşartin. Her wiha ji ber bersûc destdirêj û tecawizkarekî bi unîforma ye jî dibe ku encama dozê ji bo me pir ne erênî be. Loma divê herkes li vê dozê xwedî derkevin. Em li hêviya hemû parêzvanên mafên mirovan e û li hêviya hemû saziyên civaka sîvîl in ku bên rûniştina biryarê"